Serpil Ateş Sîyasetvanek Kurd a Hollandî ye.Li bajarê Laheyyê encumena şaredarîyê ye û di hilbijartinên 17 Adarê de ji partîya Groenlinks(Partîya Çepa a Kesk) berendama Parlementoya Hollandayê ye.

 Serpil Ateş bi eslê xwe Kurdeka Elewîya Dersimî ye, aktîvîst e, femînîst e, parêzvaneka jêhatî ya mafên mirova û mafên penaberan yê li Hollanda û Ewropa ye.

Serpîl-Xan, mînakeka gelek hêjaya berbiçev e ji bo Kurdên dîasporayê û zarokên Kurdan re. Her çiqas ji malbatek koçber hatibe jî di warê perverdeyê de paşde nemaye û psikolojî(zanyarîya derûnî) û sosyolojî(civaknasî) xwendîye û wek pisporek xwedî mastir(Master degree) di wan beşan de xebitîye, ked daye.

Û bi ser wan pêşveçûn û serbilindîyan de jî, koka xwe, kultur û zimanê xwe, Kurdbûyîna xwe jibîr nekirîye û parêzvanîya gelê xwe jî paşgoh nehiştîye.

Her çiqas di nava Kurdan de navê we tê naskirin jî, ez dixwazim pêşî bi xwendewanên me yî ku hêj nizanin we bidim nasîn. Gelo Serpil Ateş kî ye û xwedî çi taybetmendîyan ne?

Ez keça malbatek Kurdistanî me, Kurdek Elewîya Dersimî û Hollandî me, Li Hollanda ji dayik bû me û li Hollanda mezin bû me. Jiber sedemên polîtîk malbata min ji welatê xwe berbi Hollanda de koç bûye. Yanê jiber wan sebeban têkiliya me bi welat re, bi Kurdistan qet çê nebûye lê xwuya ye ku dil dikşîne û meriv eslê xwe, kultura xwe jibîr nake.

Ez terapîst im û wek terapîsta psikolojîyê xebitîme, ji alî din de sosyolog im, di warê civaknasîyê de min mastir xwendîye û xebitîme û min ji bo tenduristîya civakê ked rijandîye lê berîya her tiştî ez aktivîstek im.

Ji bo mafê jinan min gelek aktîvîteyan meşandiye, li vir, li Hollanda, j ibo gel, gelan min gelek xebatan kirîye û dikim. Ne tenê ji bo Kurdan û Kurdên Elewî lê ji bo Ermenîyan jî û ji bo pêkhate(etnîsîte)yên din jî ez her dixebitim û keda xwe didim…

Min got berî her tiştî ez aktîvîst im, bi rastî min ne dixwest ez bikevim nav polîtîkayê, ji ber ku min sîyasetmedaran wek kesên berjewendî-perest didîtin lê derdora min, bi taybetî jî hevalên minî jin, min berbi polîtîkayê ve temdan û motîve kirin. Min ji xwe re got, ger em kesên ku nirxên mirovan derdixin pêş, xwe ji sîyasetê dûr bikin, dê sîyaset ji kesên bênirx re bimîne û ewê berê sîyasetê bi alîyê daxwazên xwe de bidin lê lazim e em kesên xwedî berpirsîyar kaîdeyên sîyasetê deynin û li ser vê yekê ez ketim nav polîtîkayê de.

Li gorî şopandina min, we gelek xebatan ji bo mafên penaberan kirine û dikin. Gelo hûn dikarin ji me re qala wan xebatên xwe bikin û her wekî din, Hollanda welatek ku ji gelek penaberan re bûye star e, li Hollanda jiyana penabertîyê çewa ye û tê çi wate yê ?

Penaberî jixwe zor e lê ji bo me Kurdan zehmetir e lewra tu ne ji sifirê de lê di binê sifirê de dest bi her tiştî dikî. Ne balyozxaneyek te heye ku te biparêze û ne sazî û dîyaneta te. Jixwe welatên qaşo ku tu hemwelatîyê wan î (sazîyên dewletên Ereb, Fars û Tirk) li vir jî dixwazin ku te bitepisînin, tu bindestê wan bimînî. Bo mînak di serî de, pirsgirêkek te yî zimanî heye. Sosyologê Fransî Pierre Bourdieu, ez gelek qîmetê didim teorîyên vî, dibêje ger têkilîyên ku malbate te ji te re avakirîye û wek mîrate ji te re mane nebe jiyana te zehmetir e. Penabertî vî şansê ku tu li ser mîrateya bavûkalên xwe kesatîya xwe û nasnameya xwe avakî nahêle. Ya din jî perwerde ye, tu xwe bi zehmetî karî perwede bikî. Yanê penabertî, xerîbî jixwe zehmet e lê ger niştecî jî bi çevek ne baş li te binihêrin û te kêmî xwe bibînin hêj zehmetir dibe.

Her çiqas welatê me Hollanda, ne wek welatên Rojhilata Navîn û welatên nedemokratîk be jî, lê mixabin li vir jî hê ‘kêmdîtina yên ne ji xwe’ û nijadperestî heye lê belê li vir piçekî din bi kubarîye, ji weşarî de ye.

Yanê li vir penaberek dibê di ser qeweta xwe de bixebite ku karibe were asteke bi dilê xweyî baş.

Rast e, min jibo penaberan gelek xebat kirin û dikim jî. Ger nasnameyek min aktîvîstî be, ya din jî parêzvanîya mafên penaberan e.

Jixwe ez li Laheyê encumena şaredarîyê me û min gelek hewlda ku mafên perwerdeyek baş ji bo zarokên penaberan re bidest bixim. Li ser wan xebatên min û pêşniyarnameyên min ku min dabû meclîsa şaredarîyê, niha li Laheyê jibo zarokên penaber û taxên feqîr hinek guherînên baş ketine programa salên bê yên perwerdeyê.

Bo mînak tiştek heye ku ez dixwazim li vir bilêvkim, li Hollanda dîroka koletîyê mijarek sereke ya perwerdeyê ye û muhasebeyek xweş li ser tê kirin, êşên ku mirovan kişandîye, rewşa xerab ya ku ew dem mirovahî tê de bûne û her wekî din. Mesela, Lahey bajarekî sereke yê kirînûfirotina koleyan bûye û li Laheyê 1100 hêykel, monument hene lê mixabin yek jê jî ne di derbarê koletîyê de ye.

Ez li Hollanda ji dayîk bûme, li vir mezin û perwerde bûme, jiber vê baş zanim  di mufredatê de behsa rola Hollanda û Hollandîya nayê kirin. Min, jibo ev yek biguhere, jibo muhasebeyek rasteqîntir were kirin, pêşniyar-nameyek amade kir di meclîsa şaredarîyê de û li ser vê nameya min gelek nikaşên giran hatin kirin. Mêzeke, Hollanda welatek berbiçev yê demokrasîyê ye lê li vir jî hinek kesan, di meclîsê de, rabûn gefan li min xwarin. Bi ser ku em li welatek hewqasa pêşketî de dijîn jî, hê kesên awha çevsorên nijadperest karin dengê xwe bilind bikin!

Lê ya baş ev e ku daxwaza min ji alî meclîsê ve hat qebul kirin û dê di sala 2023’yan de monumentek li ser koletîyê bê avakirin.

Di bernameyên ku hûn tevda dibin de, hûn her daîm qala Kurd û Kurdistanê dikin, Gelo Kurdên li Hollanda çiqas bi rêxistin in û jibo rewşa xwe ya li vir baştir bikin dibê çi bikin?

Li vir, li Hollanda girseyek mazin ya Kurdan heye. Wek hûn jî dizanin di nasnameyên Kurdan de ‘Kurd e’ nanivîse lê welatên fermî jên ku jê hatine tên nivîsandin. Jiber wan sedeman, em raste rast nikarin hejmara Kurdên vir bêjin lê ez wer bawer dikim ku di derdora 250 hezarî de Kurd li vir dijîn yanê ev hejmar Kurdên Bakurî û Kurdên Elewîyên Bakurî ne. Li hêla din çiqas diçe, hejmaran Kurdan zêdetir dibe, gelê me yî Rojava û Rojhilat û girseyek Başûr jî heye li vir.

Li ber çevane ku hejmara me Kurdan li vir ne kêm e lê belê li gor vê hejmarê jî xebatên me zeîf in, gelek kes hene li vir ku polîtîkayên xwe li gor Rojhilata Navîn dinin meşandin û vir paşgoh dikin. Em li vir dijîn û dibê em sîyasetek ku hîtabî vir dike ava bikin. Dibê ji sedî sed em nûnerên xwe, wekîlên xwe bişînin meclîsan û parlementoyê, da ku dengê me derkeve. Mesele kesek ji me, Saadet Karabulut, di Partîya Sosyalîst de bû lê di vê hilbijartinê de ew jî ne berendam e. Bi gotinek din, ger yek ji me, Kurdek nekeve meclîsa Hollanda, dê kes dengê Kurdan bi rayagiştî ya Hollandî nede xisandin. Jiber vê yekê dibê Kurdên me li me xwedî derkevin da em jî karibin bibin reng û dengê wan. Jixwe ev pêvajoya pêşîya me gelek germ e. Ka binhêrin li dijberên Kurdan, 3 wekîlê wan hene, li vir jî pişgirîya AKPyê û Erdoxanî dikin, navê wan DENK e bê çi ye. Ger em nekevin parlementoyê, dê, dijberên me nehêlin jibo me polîtîkayên baş bên sazî kirin û dûre jî, em nikarin ji kesî re bêjin, ‘we çima neheqî li Kurdan kir’!

A jiber van sebeban dibê em teqez nûnerên xwe bişînin parlementoyê da destê me lewaz û bêqewet û zeîf ne be.

Belê, Serpîl-xan, ger hûn karibin wek parlementer bikevin parlementoyê Jibo me Kurdan hûnê çi xebatan bikin, gelo hûn dibêjin danasîna me Kurdan, bi ziman û çand û sîyaset, bi heqê xwe heye ya dibê hê gelek tişt bêne kirin?

Di parlementoyê de gelek tişt hene dibê bêne kirin. Yê me ne balyozxaneyek me, ne konsolosîyek me û ne jî nûnerek me yî fermî heye ku jibo xebetan bimeşîne. Ji me re lobîyek xurt gerek e ku em karibin dengê xwe bi cîhanê bidin bihîztin. Ev kar jî jê re profesyonelî lazim e. Dibê em xwe bêhtirîn berbi profesyonelîyê de bibin da ku em ji heqê van kar û baran derkevin, baş e, sazî û dezgehên me hene û xebatan jî dikin lê bi xwepêşandan û mîtîng û sloganan em nikarin ji qalikê xwe derkevin, dibê em îş û karên di cîh de û pisporane bikin, da ku em karibin li dîvanên giranbûha dengê xwe bilind derxin!

Yanê, ger sazîyên me yî fermî tune bin, xem nake, emê jî sazîyên çalak, sazîyên fîîlî ava bikin da ku hem ji alî polîtîk ve, hem jî ji alî çandî û zimanî de danasîna xwe bikin.

Bi we hukumeta Mark Rutte li hemberî Nexweşîna Koronayê(covid-19) polîtîkayek dicîhde meşand ya kêmasîyên wan gelek bûn? Ger partîya we Groenklinks(Çepagirên Kesk) li ser hukum bûya dê çi û çewa bikira?

Ger em herin dema destpêka pandemîyê, em dikarin bêjin ku Hukumeta Mark Rutte li gorî Almanya, Belçîka û Fransayê, di warên tedbîrgirtinê de gelek dereng ma. Yanê li gorî nêrînên partîya xwe, li gorî neo-lîberalîzmê çûn û berjewendîyê bazarî, ticarî derxistin pêş û tedbîren xwe bi derengî xistin. Dibistanan pêre pêre negirtin, wan welatên ku min got zûtirîn van tedbîran xirtin, yanê bala wan li ser berjewendîyên karmendên ku di ticaretê de bûne tekedest, gemerdan bû. Ka mêzekin, tedbîrên ku Hollanda hê nû digre, ji alî gelek welaten ve zû bi zû hatin girtin, girtina dibistanan, qedexeya derketina derve, bikaranîna maskeyan û her wekî din. Dibiya ku gelek kar, berîya ku nexweşîn belav bibe hatibûna kirinê lê nekirin û em, wek gelê Hollanda, hê jî jiber vê nexweşînê ezîyet û êşan dikşînin. Ger ne wisa bûya, ne hew çend mirovên me jiyana xwe didan û ne jî pêketina nexweşînê dê hewqasa belav bûbiya.

Belê, wek hûn jî dizanin, berîya pandemîyê li Amerika, Ingiltere û Ewropa partîyên ku dijberîya penaberan dikirin dengên xurt ji gel distendin û ev partî her diçû mezin dibûn, li gorî we gelo rewş guherîye ya hê wek xwe ye û dîsa li gelek welatan û Hollanda ev partî dikarin bibin partîyên girseyî ku welatan birêve bibine?

Bi dîtina min di rewşê de guherîn çê nebûye, wek xwe ye. Bo mînak em dikarin kampa penaberan ya li Moria ya Yewnanîstanê bidin, li wê kampê gelek penaber asêmane û dişertên gelek dijwar de ne. Bi qasî ku ez dizanim ji 1300 kesî re yek kanîyek avê dikeve, de ka îca hûn bifikirin! Rojên çûyê li we derê, bi ser wan şertên zehmet de tew îca agir bi cadirên penaberan ketibû.

Partîyên sereke yên Ewropa wê meseleya penaberan wek problema xwe nabînin û jixwe Peymana Dublînê jî heye, ger penaberek pêşî gihiştibe kijan welatê Ewropa, dibê li vî welatî bimîne. Ew kes nikare ji welatek din yê Ewropa daxwaza penabertîyê bike, ger bike jî, vî kesî li welatên pêşîn vedigerînin. Ew rewş rewşeke gelek nakok û nexweş e. Jixwe penaber ya karin xwe bavêjin Yewnanîstan ya jî Îtalia û ev welat jî nikarin hewqas girseyek mezin ya penaberan ragirin, bihewînin.

Di cihê ku wê ji vê rewşê re çareyekî mayînde bibînin, rabûn çûn bi welatên wek Tirk-îyê re paymanan çê kirin! Ma gelo nizanin ku Tirk-îye jixwe xwedî kiryarên wisa ne ku mirovan ew bixwe dike penaber? Ka mêzekin li Rojava çi kir, bû musebîbê nîv mîlyon mirov ku ji war û cihên xwe birevin, derkevin lê hê jî Ewropa, qaşo, ji fona alîkarîya penabertîyê peran, diravan dide vî welatî!

Bi kurtasî, ji dêlva polîtîkayên awha bê encam û wate, dibê çareserîyên ku birastî dibin bersîv bêne avakirin. Gotinek heye em jibo vê yekê bilêv dikin ‘Mifteya Belav’ kirinê, ger her welat li gorî serjimara xwe(nufusa xwe) van penaberan bigre nav xwe, dê ev mesele hêsantir were çareserkirin. Li ser vê yekê peyam hene û gelek welatan jî mohra xwe lê daye lê dibê ev peyman bikevin pratîkê, nabe ku welatên Ewropa mohrên xwe paşde bikşînin.

Çareserîya van meseleyan di Parlementoya Ewropa de dibê bê çareserkirin, ev kar ne karê me Hollandîyan bitenê ye.

Lê dîsa jî dibê em, wek Hollanda, çi ji destê me tê emê bikin û ez li gor qeweta xwe dikim. Bo mînak Lahey bajarê Edaletê ye, min jibo 500 zarokên penaberan yên ku dê û bavên wan ya wefat kirine ya jî ne li cem wan in, pêşnîyar-nameyek da meclîsa şaredarîyê ku em wan zarokan qebûlî nava bajar bikin û nameya min hat qebûlkirin jî lê hukumeta welat destûr neda me ku em wan zarokan bînin. Lê çima na? Ma ku em ji xwe re dibêjin, ’em bajarê edaletê ne’, dibê birastî jî em li van gotinên xwe xwedî derkevin û bibin warê edaletê!

Alîyek din jî yê meseleya penaberan ev e ku partîyên rast-gir, nijadperwer û nijadperest gotûgotên ne rat belav dikin, îmajekî ji rastîyê dûr di hişê gel de çê dikin, çî ye? Penaber hatine karên me ji destên me derdixin, xanîyên me tunin lê dewlet xanîyan dide penaberan. Tev derew û gotinên ne wisa nin, beravajîyê van gotinan, hûn karên herî gemar yên ku hûn naxwazin bikin didin penaberan, hûn xanîyên kevnên ne xweş, birewa, şil, ne başên ku nabe mirov tê de bijîn didin penaberan.

Yanê herkesim li gorî berjewendîyên xwe pirsa penaberan bikartîne. Ev rewşek nexweş a xemgîn e û birastî jî cihê şerm û fedîyê ye ji me re.

Her çiqas me Kurdbûyîna we derxist pêş jî, di rastîyê de hûn Hollandî ne, gelo hûn û partîya we ji Hollandîyan re soza Hollandayek çewa didin?

Partîya me, jixwe nav li ser e, partîya kesk e, guherînên îklimî, avûhewayî li berçevan e û herkes jê haydar e. Li ser vê yekê bernameya parîya me heye. Wekî din bernameya me ya civakê heye. 20 sal e ku Hollanda di binê serwerîya partîya neo-lîberal de ye û gelek sazîyên dewletê yên malê gel hatin firotinê, bûn malê şehsan ya jî şerîkeyên tîcarî. Sîstema kapîtalîzme ji texmîn û pêşdîtinên Hollandîyan zêdetir xurt û geştir bû ku ev pêşketin, girbûn û firehbûn ne li gorî berjewendîyen gel lê li gorî berjewendîyên giregirên welat û şerîkeyên yekedest in. Kapîlatist tên parastin lê gel û kesên feqîr têne eciqandin. Niha li hemberî vê sîyaseta şaş partîya me bernameyên dijber anî pê ku tê de berjewendîyên gel biparêz e, bi taybetî di warê perwerdeya û tenduristî û starkirinê de partîya me Groenlinks heqê feqîran û halnexweşan diparêze û soza civakek bextewartir û halxweştir dide.

Di warê guherîna xwezayê de gelek xebatên partîya me hene. Wek hûn jî dizanin, di pirsa guherînên îklimî de Peymana Parîsê ku di 2015’an hatîye morkirin heye. Gelek welatên cîhanê mohra xwe li vê peymanê dane ku Hollanda jî yek ji wan welata ye. Li gorî vê peymanê dibê welatên xwedîyê mohrê hinek şertan û hedefan bicîh bînin da ku em karibin germbûna cîhanî ya ku her diçe bi awayek nenormal bilind dibe daxînin. Partîya me hem girêdayî vê peymanê ye û hem jî li gorî vê peymanê bernameyan datîne.

Tenê ne li Hollanda lê li tevahîya Ewropa bernameyên bi vî rengî her diçin bipêştir dikevin. Ev 30 sal in fikr û ramanên partîya me û derdorên nezî partîya me, li seranserê Ewropa deng didin û hurtir dibin.

Dema ez jî bûm endamê partîya me Groenlinksê, min jî fikrên eko-sosyalizmê diparast lewra nêrîna min a li jîyanê bi vî rengî ye, ger tu dibêjî ezê mirov, mirovahîyê biparêzin lê parastina mirovahîyê bêyî parastina xwezayê nepêkane. Ger xweza neyê parastin mirovahî jî namîne, ujdana mirovan jî bi mirina xwezayê re dimire. Dibê em tevahîya gîyanîyan, çi dar û devî, çi alaj û mirov bihevre bifikirin û bihevre biparêzin.

Di vê çerçewê de partîya me van pêkhateyan, xwezayê, ajal, mirov û civakê jihev naqetîne û hewl dide li vana tevan xwedî derkeve. A ji ber vê yekê jî em enerjîya xwenûker pêşnîyar dikin û dibêjin dibê em ji bayê, ji tavê û ji jeotermalê enerjîya ku pêdivîya me pê ye berhev bikin.

Ger em bi çend hevokan dawî li bersîva vê pirsê bînin, em karin vêya bêjin, partîya me Groenlinks soza Hollandayek civakgeş a rengîn, parastina dewletê ya ji civakê re zêdetir, xwezayek pakijtir, wekhevîya nav civakê, ji nîjadperestî û xwe mezin dîtinê dûr, ji ‘ji xwe cihê dîtinê xalî’, cihekî ku her keç û xort perwerdeyek bi dilê xwe û baş kare bibîne, herkes kare di xanîyên pakij û xweş de rûnê, herkes li gorî liyaqata xwe û li her deverê kare karekî baş bibîne, belê, em civakekî awha, derdorekê bi vî rengî soz didin gelê xwe, gelê Hollandayê.

Niha qismek penaber jî hene, bi kultura û adetên xwe tên vira û adetên wanî hişk hene, wan adetên xwe li ser welatên vir jî wek ku ferz dikin. Ev yek dibe sedema nihek probleman û ev kes zû bi zû hînî jiyana vir nabin. Wek Sosyolog ango civaknasekî ramanên we li ser vê yekê çi ne? Hûn pêwendîyên civakî yên navbera penaberan û gelê niştecîhî çewa dinirxînin û partîya we ji bo çareserîya van pirsên civakî dixwaze çi bike ?

Belê, em dikarin bejin ku jiber hinek sedeman e ev mirov awha tûj dibin. Dema ez wek civaknasekî li meseleyê mêze dikim ez karim vêya bêjin, bifikirin, hûn li welatekî ne û xwedîyê 3-4 zarokan e. Welatê ku hûn lê karên baş yên ku layiqî we ne, nadin we, karên ku niştecîhî naxwazin bikin para we dikevin û demek tê di vî karî de jî ji we re dibêjin, pêdivîya me bi xebata we tune ye û hûn bi 3 zarokên xwe bêîş û kar dimînin, hewceyî berdestê alîkarîya civakî ya dewletê dibin. Ev pêreyên ku didin we têra we û zarokên we nakin. Xanîyê ku hûn tê de dijîn jixwe ne baş e û li taxek ne pakij a xweş-civak e û hûn nikarin zarokên xwe bişînin dibistan û zanîngehên baş, zarokên we nikarin karên baş yên serkeftî bidest bixin. Di rewşek awha de çi di destên we de dimîne? Nirxên we tên bîra we û hûn li nirxên xwe vedigerin, li nîjada xwe, li dînê xwe û her wekî din, hûn xwe davên mizgevtên xwe û gohên xwe didin weazazên tund û her diçe nijadperest dibin. Ev yek jibo civakê gelek normal e, ger civaka ku hûn tê de ne, we qebûl neke, hûnê jî li bêrîya welatê xwe, li dînê xwe, li nijada xwe vegerin.

Bi dîtina min sebebên sereke yên wan probleman polîtîkayên şaş yên Hollanda ne. Li Hollanda sîyasetek ne baş tê meşandin di vî warî de. Dema mirov bala xwe dide hinek keç û xortên penaberan ku perwerdeyek baş dîtine, karekî wanî baş heye, hîs û ramanên wan û awayê jiyana wan jî guherîye û nirxên civakî yên bihevre jiyanê di wan de xwuya dike.

Jixwe partîya me Groenlinks bersîva wan pirsan bixwe ye. Em hewl didin ku derdorek, welatek ango civakek ku jibo her kesî re dibe bersîv ava bikin. Ne ligorî nîjad û dîn û rengê çermê vî lê li gorî lîyaqat û serkeftin û pekanînên vî/wê îmkanan bidinê, wê rêyê wekin. Bi vê kaîdeyî em dikarin ji heqên wan meseleyên civakî derkevin.

Ez dixwazin herî dawî vê pisrê jî ji we bikim, wek hûn jî dizanin gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li hemberî DAEŞ-ISISê xwe kir sîper, ji berdela tevahîya cîhanê de şerekî man û nemanê meşand û kêç û xortên xwe di vê rêyê de feda kir. Di dû vê yekê de, gelên cîhanê û kada navnetewî berxwedana Kurdan slav kir û bibaldarî têkildarî meseleya Kurd ya Rojhilata Navîn bû lê hê jî hiken partîyên Kurdan di lîsteyên terorî yên cîhanê dene, ango wek terorist tên hesibandin û ev rewş derfetê dide hinek dewletên dijberên Kurdan da ku li ser Kurdan polîtîkayên tune kirinê, qirkirinê, asîmîlasyonê bidin meşandin, yanê Kurdan terorîze dikin û van sîyasetên xweyî qirêj didin meşandin. Ger hûn bikevin parlementoya Hollanda, jibo guhertina vê listeye, hûnê karibin çi xebatan bikin?

Bi rastî we mijarek ku jibo min gelek girînge anî rojevê. We hûn jî zanin terorîzma DEAŞê zulm û zordarîyek gelekî mezin anî pê. Tiştên ku me qet bawer nedikir karin biqewimin qewimîn, tiştên ku tu kes naxwaze bi çevê serên xwe bibîne hatin dîtin, vahşetek nedîtî! Gava ku min wan videoya dît, wan serpêhatîyên mirovan xwend, min xwe nedît, ez şaş û mat bûm li hemberî vê zulm û zordarîyê û wahşetê.

Lê e vê wahşeta bi vî rengî rastîyekî awha raxist pêberî çevên cîhane, terorîzma rastekîn.

Ka Kurd çewa karin binin terorist? Ma zarokên Kurdan serxweş û serkêş in, ma ji her deverên cîhanê hatine berhev kirin, ma muptelayê madeyên hişbir in, ma psikopat û giyan nexweş û dîn in? Ne wisa ye.

Keç û xortên Kurdan jibo parastina çanda xwe, zimanê xwe, heqên xweyî xwezayî yên ku ji dayikbûyîne heq kirine dixwazin, jibo ve yekê ditekoşin.

Kurd li ser axa xwe ne, Xwedê wan li wê daye, li wê mezin bûne lê dewletên desthilatdar nasnameya wan ji wan stendine. Bi vê yekê jî nemane, destdirêjî kirine, di îşkenceyan de derbas kirine, zulm û zordarî li ser civakê meşandine û dimeşînin. Yanê ev sîstemên desthilatdar, ji şer û berxwedanê pêve, tu rêyek din ji Kurdan re ne hîştine. Ev sîstem, di serî de jî Dewleta Tirk, ji Kurdan re dibêje, rabe li hemberî min şer bike, li hemberî min şer bike da ku ez jî te tune bikim. Mesele ev e, zarokên Kurdan ne tênê jibo nefs û kesatîyan xwe lê jibo xwûşk û birayên xwe jî li serê çîyan e, jibo parastina civsaka xwe, mecbûrmane şer bikin. Ka çi têkilîya şerê Kurdan û terorîzmê bihevre heye?

Dibê gere em pirsa Kurd xeberdin, ka bê derdê Kurdan çî ye lê ne meseleya qaşo terorîzmê.

Dema em dêna xwe didinê ka bê çi îşê partîyên Kurdan di lîsteya terorê de heye, gumanên kapîtalîst û têkilîyên berjewendîperest derdikevin pêşberî me ku tu têkilîya wan bi heq û maf û dadê re tune nene, bi tevahî li gorî keyfîyetên sîyasî Kurd di nav vê lîsteyê dene.

Gava ez bala xwe didim wê dema ku partîyên Kurdan ketine nav wê lîsteyê û niha jî, ez dibêm, kesên ku ji xwe re dibên em sosyalîstin, em alîgirên partîyên sosyalîstin ya ji partîyên çepgirin, lazime wê lîsteyê diberçev de derbas bikin û bipirsin ka bê çima hereketên Kurdan di nava wê listeyê de ne, gelo we li gorî kijan pîvanê Kurdan daxilî wê lîsteyê kirîye, we li gorî çi û çewa biryar daye? Ma gelo Kurdan li Parîsê, li Londonê, li deverên din yên cîhanê bombeyan bi girseyên sivîl yen gel de teqandîye? Gelo Kurdan tiştên bi vî rengî kirîye? Na.

Dibê em vana li her derê bêjin!

Têbinî: Serpîl Ateş di lîsteya Groenlinksê de 24’emîn e.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir