enflasyonemeklilikötvdöviz
DOLAR
8,4525
EURO
10,0760
ALTIN
497,60
BIST
1.392
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sıcak
40°C
Diyarbakır
40°C
Sıcak
Cuma Sıcak
40°C
Cumartesi Sıcak
39°C
Pazar Sıcak
39°C
Pazartesi Sıcak
40°C

ELO’yê NÊÇIRVAN

ELO’yê NÊÇIRVAN
10.02.2021
0
A+
A-

SEBRÎ VÛRAL

Zivistanê bi kitana xwe ya gewrîboz rûyê xwezayê bi bedewiya xwe pêça bû. Sar û seqem ji ser milê xwe didaalî. Demsala biharê bi gul û kulîlkên xwe bejnûbala deșt û beriyan dixemiland, bêhna biskên xwe yê endekoyî teva pêlên bayekî westiyayî li hemû sibehan belav dikir mirov bi heyama dida naskirin, heyam jî bi mirovan dida nasandin.

Di heyamekê de kesekî bi navê Elo’yê nêçirvan hebû. Elo dinava civaka ku lê dijiya mîna kesekî zana bîrbir û ji heqxwe dihatder lê belê Elo’yê nêçirvan ligor hinek bawerî, Elo kesekî bê șans û di kar û bar de ne serkeftîbû, ev qelsbûn û nihêniya(raz) li pêșiya wî, wî jî rê biserve nedibir û ka ji çi ye.

Weke di navê wî de jî diyar e, Elo kesekî nêçirvan bû, nêçira wî seyda kewa bû. Nêçirvantiya Elo ji asta axûn û azweriyê derbasî asta nexweșiyê bûbû, teva ewqas hêrs û hewldanên mezin Elo’yê belengaz rojekê tenê jî kewek neqefaltibû. Roj li pey rojan diman demsala biharê û nêçira kewan dîsa destpêkiri bû, Elo bi hênikaya barbanga sibêre qefesa kewê gozel û ribat avêtibû nav milê xwe û çû nêçirê, Elo bi rojhilat re xwe gîhand daristanê. Wargeha kewan li cihekî bilind bû û Elo dinav deviyeke gûrr de ji xwe re kozik çêkirê, Elo gava qefesa kewê xwe danî erdê hema yekser kewa  dest bi xwendina qebeqebê (qaqubuxe) kir.

Li gor fort û halanên kewê Elo, kewên li wê derdorê xwe li șîrre șîrra kewê Elo digirt. Lê belê tek kewek jî nêzîkî dahfik û xefikên Elo li pêșiya wan vedabû nêzîk nedibûn. Dîsa êvarek bi keser û nêçirvantiyek destvala ji Elo re xuya dibû. Her roj bikêmanî û bi zêdayê xwe tiștek lê zêde dibû lê belê tiștekî guhertî ji Elo re tune bû jiber ku hertim bênêçir û destvala vedigeriya malê. Êdî diniya bi demsala havînê re germ bûbû, Elo jiber destvalabûna nêçira xwe zivêrî ji canê xwe dikir. Elo dîsa sibehekê teva hemû nihêniya rahișt qesefa kewê xwe û berê xwe da daristanê. Elo dîsa kozik ji xwe re çêkir, dahfik û xefik li pêșiya kewan veda. Kewên Elo dest bixwendinê kiribû, lêbelê Elo ji rabirdûya nêçirvantiya xwe hêvî șikestîbû.

Dem berbe kêlîkên nîvro de diherikî Elo di kozika xwe de bû carekê berê wî kete newala jêrî wî, lê nihêrî marekî zincîreș û biqasî mirciyaqekî qalind berbe jor ve dihat. Êdî Elo nêçîr ji bîrkiribû û bala wî li wî marê reș bû, ew marê reș ji her çend gavan șûnde li ser terriya xwe disekinî û derdorên xwe dimeyzand ,mirov gava liv û tevgera marê reș dinêhêrî mirov dibêj gelo li tiștekî wendakirî  digere. Li dû kêlîkekê Elo lênêhêrî marekî tixobelek(cûn) ji kuna xwe derket û bi awakî vedizî bi hêla marê reș ve çû û ji nișkave marê tixobelek êrîșî marê reș kir û li hevdûxistin. Li dû lihevxistinek domdirej ji herhalê wan dixuyabû herdu mar jî westiyabûn marê reș teva birîn û wesitandinê, xwe dabû ber siya zinarekî, lê marê tixobelek bi çiv û fenekbû bi awakî vedizî diçû ser kaniyekê û têr av vedixwar û dîsa li marê reș vedigeriya.

Elo lihevxistina herdu maran re bûbû yek û nêçirvantiya xwe jibîr kiribû, Elo weke temașevanekî bêpere lihevxistinan herdu maran temașe dikir. Elo lênêhêrî dîsa mar westiyan û dest jihevdû beradan. Elo li marê tixobelek nihêrî dîsa çû ser kaniyê û av vexwar û marê reș bi helkehelk libinê siya zinarê sekinîbû, Elo lê nihêrî tahtekî ripî rast ù hewdikeke di ortêde li tenișta marê reș bû, teva ku du mara bi hevre șerr dikir dilê Elo bi marêreș dișewitî Elo rahișt  cewdikê xwe yên avê û hinek av ji marê reș re berra hewdik da, marê reș jî çû ji wê ava Elo têr vexwar. Di kêlîkeke kin de marê tixobelek dîsa hate marê rêș lêbelê haya marê tixobelek ji têr av vexwarina marê reș û bêhnvedana wî tunebû. Li dû vê lihevxistinê marê reș, marê tixobelek kușt û jiber çavên Elo wendabû. Marê reș yên biqasî çar pênç qelaça dirêj û biqasî mirciyaqekî qalind xwe li herdu lingê Elo’yê nêçirvan gerand û serê xwe da ser çenga Elo. Mar ewqasî xwe li Elo pêçabû û bi hemû hêza xwe ew dijidand. Bi zorê bêhna xwe dida û distend. Gava devê Elo jihev vebû marê reș tûkir devê Elo’yê nêçirvan. Elo hem ji tirsa û hem jiber tûka mar ji ser hișê xwe çû.

Mar li dû vê peyvirê, xwe ji lingê Elo berada û li hemberî wî lefê xwe komkir. Li dû kêlîkekê Elo bi ser hișê xwe ve dihat. Marê reș ji Elo pirsî çi sedema te hebû, te ava cewdikê xwe berra hewdik da û te ez têrav kirim. Elo yekser ji mar re digote ji her halê te xuya dibû tu kesekî biyan û te ev daristan nasnedikir. Îjar sedema te û marê tixobelek çibû. We ewqasî lihevdû xist û te ew kușt, marê reș digote ji malbat û famêliya min hew ez tenê mame marê tixobelek hemû kujtine, ez ji daristaneke xerîb ji bo heyf û tola malbata xwe ez hatibûm șerrê marê tixobelek û min bi saya serê te tola xwe hilanî. Elo têgihîștibû weke mirov ji çavnebarî çawa bi xêzikan asîman parve kiriye, ev tișt jibo ajalan jî derbasdare. Tiștê Elo jê fêm nekiribû bi zimanê marê reș dipeyivî û ji hevdû fêm dikir. Marê reș ji Elo’yê nêçirvan re digot dema min xwe li te bada, min tûhkir bin zimanê te ew tûhka nistiya fêrbûna zimanê hemû ajalan bû, ji ber ava te û qenciya te, min jî xwest qenciyekê bi te bikim û bila ew jî diyariya min ya nejbîrkirinê be. Marê reș ji Elo re gote tu, tu cara vê raza xwe ji kesîre nebêje. Gava tu vê raza xwe  bibêje nistiya fêrbûnê wê betal bibe.

Li dû șîret û nesîhettên marê reș li Elo’yê nêçirvan dikir, marê reș û Elo’yê nêçirvan bi germahiya dostaniyeke nû xatir jihevdû xwestin. Elo tibabekî li çûna marê reș nêrî heta ji ber dîtinan çavan wenda bû. Elo êdî ne Elo’yê nêçirvan bû. Elo bûbû fêmdarê zimanè hemû ajal û sewalan, lașê Elo biqasî yên teyrikekî sivik bûbû. Elo teva gelek mitaleyên bêbersîv bi hêla kozika kewên xwe ve diçû. Dema Elo dinava daristanê de dimeșiya, bilbilekî hemû kul keser û gazinên xwe ji dara gulê re rêzdikir. Elo hinekî din meșiya rastî gunehkarî  poșmanî û mukurhatina pepûkekê hat, berê kul û keserên Elo neqefaltina nêçirê bû êdî Elo bixwesta nexwesta kêfșahî û kederên çiyayekî dixist nava boxçika dilê xwe. Elo ewqasî ji kewên xwe yèn gozel û ribat hezdikir, gava haziriya xwe û nêçirê bikira bêrîkên xwe tijî tahlî û genim dikir. Dengê kewên Elo yên di qefesê de, hêdî hêdî dihat bihîstin. Elo her ku nêzikî kewên xwe dibû,dengê kewên wî di wê  diniya germê de weke hênikaya bayê xerbî û bi melodiyê ûdê guh û rûyên mirov dialast. Elo li dû sond û peymana bi marê reș re dabû. Wê Elo tu cara bi ajalan re nepeyivya, wê hew guhdariya wan bikira. Elo nêzikî qesefa kewên xwe bûbû, bi refan û bi qeflan kew û çêlkew ji dora kewên wî difirriyan. Dema kewên Elo li çav Elo’yê nêçirvan ket, kewa weke șervanên dîlê azadiyê dest bixwendinê kir. Elo jî dest bi guhdariya kewên xwe kir. Lê nihêrt, yên çiya û hemû ajal bertîl dikir û Elo liber çavan reșkiribûn kewên wî bi xwe bû. Kewên Elo bi hemû awaza xwe, ji kewên derdora xwe re digote, dora qesefa me hemû dahf û xefikin gava hûn hinekî din bi vir de wer e hûnê têkevin feqê. Dema Elo ev gotinan ji kewên xwe bihîst weke ji hêla dost û muhubên xwe ji pișta xwe ve derbek xencer xwaribe. Hișê Elo tevlîhev bûbû û nizanîbû berdêla vê xayîntiyê çi bi kewên xwe kiribû.

Kevên Elo bi gelek caran dema kewên derdorê li wan vedihewiyan gazin û bertekên xwe nîşanî wan dida. Digotin, hûn jibo nêçirvanan we gelek çêlkew sêwî û hêlînên tije hêk we bê mêkew hiştin û çêlikên me ya dîl tên girtin an jî hûn dibin sebeba kuştina wan. Kewên Elo di bin bandora gotinên kewên li daristanên azad de mabûn. Li gor kewan ev ne xayîntî bû. Êdî kewan biryara xwe dabûn ne jiyaneke di qefesa de dîlgirtî û ne ji bo gurzek tehlî  û mistek genim wê hevdû bi girtinkirin û kuştinkirin nedan. Elo weke kelekvanekî biçûk û di deryayeke mezinde rê șașkirî be. Elo ji destpêka nêçirvantiya xwe û heta wê kêlîka guhdarkirina kewên xwe weke șirîta fîlmekî di ber çavên xwe re derbas kir. Di wê mitaleya Elo de kewên wî, weke sûcek kiri be serê xwe diqesefê re derdixist û bi dengekî nizm dixwend û li hêla Elo dinêhêrî û li benda dirêjkirina genimê Elo diman. Elo biqasî kevirekî tu bera binê bîrekêde bêdeng û bi ser xayîntiya kewên xwe de diponijî. Elo di nava wê ponijînê de kêra xwe ji bêrîka xwe derxist û bi kevirekî arbeșk devê wê sût. Elo ewqasî kêra xwe sûtibû te bavêta mû wê bibiriya. Kewên Elo di qesefêde weke jihevdû re bêjin êdî taliya emrê me ye, li çavên hevdû dinêhêrîn. Li dû vê xayîntiya kewan Elo biryara dev ji nêçirvantiyê berde stêndibû. Cara dawîn li ser lûtkeya çiyê bi xatirxwestinek dilșikestî derdorên xwe temașe dikir. Elo yê nêçirvan li xwe zîvirrî bala wî kete qesefa kewên wi û li kêra xwe ya devsûtî dinêrî. Elo wê li wêderê hezkirina xwe ya dabû kewan û xayîntiya wan bihevra serjêbikira. Elo kêra xwe dema ji bêrîka xwe derxist, kêr biqasî pelên dara di nava tiliyên wî de diricifî û di yekcarêde bi kirçika stuyê kewên gozel girt û serjêkir.

Kewê ribat bi nêrînek bitirsê dagirtî li çavên Elo yê nêçirvan dinêhêrî û bi lavaya min nekuje kire qîjeqîj. Elo serê kêwê ribat jî li oxira yên gozel șand. Elo gava li qefesa kewên xwe yên vala nêhêrî weke li dergûșeke bê mindal binêre. Elo lașê kewên xwe xist qefesa vala û serê wan li wê rastê hișt ji bo hemû kewên din re bibe mînak. Elo teva darbesta êș û huznê berê xwe da malê. Elo bi tarîgewrka êvarê re xwe gîhand ber deriyê hewșê, hevjîna Elo ya rûken li rûyên Elo yê bixema dagirtî rast hat.

Ji destpêka nêçirvantiya Elo û heta wê rojê cara yekem bû kevaniyê kewên serjêkirî bi Elo re didît, gava berê kevaniyê kete qefesa kewên Elo ya vala bihirînekê veciniqî û gote Elo kanî kewên te? Elo gote lênepirse bermaliya delal. Elo dinava bêdengiya ji hezkirina kewan dûr lêbelê  di hemêza pirsên bêbersiv de şeva xwe derbas kir. Bermaliya malê jî ketibû nava pirsên bêbersiv û tim ji xwe re digote, gelo yên Elo ji ser rêya nêçirvantiyê û hezkirina wê vegerandin çi sedem bû. Dem weke siwarê hespekî bêhevsar berbe demsala payîzê ve dibeziya û  pelên daran jî xayîntî pêre dikir  xwe ji jor de berra ber koka darê dida, darên şilfitazî dinav hemêza seqemêde dihişt. Elo hezkirina xwe ya kewan û dar û pelên wê dișibandin hevdû. Ev serpêhatiyên bohirî, bû bîranîna marê reş û nejibîrkirina Elo yê nêçirvan. Cihê qîjeqîja serê kewên ribat û gozel di nava çiyê de jibo hevalên wan weke hişyariyê olan dide. Hemû kewên wê daristanê sekin, rastî û fedakirina kewê gozel û ribat  hersal bi jiyaneke azad  bi bîrtînin.

ETİKETLER: ,
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.