November 30, 2020

Sinews *News and Opinions Site *Malpera nûçe û Şîroveyê *Haber ve Yorum Sitesi

ŞÊX SEÎD: Lİ HEMBER DİJMİN RÛYÊ ME REŞ NEKİN!

Faysal Dağlı


Şêx Seîd û hevalên wî roja 14’ê Nîsana 1925’an li Wartoyê hatibûn girtin û berê wan dabûn Amedê.Serhildana ku serokatiya wê ji rêxistina Azadî ji Şêx re mabû, sê meh ajotibû. Di van sê mehên xwînawî de ji herdû aliyan bi hezaran kesî jiyana xwe wendakiribû. Di encam de ji ber ku serhildan beriya wextê xwe teqiyabû û bê ku pîlaneke baş jê re bihata honandin destpêkiribû û bi awayeke tijî karesat bi encam bûbû. Şerwanên ku ji pevçûnan de rizgar bûbûn, xwe sipartibûn çiyayan û şerê partîzanî dikirin.
Di serê meha Nîsanê de êdî Artêşa Tirk li heremê serdestiya xwe dabû hisandin. Pevçûnên girîng yên serhildanê jî di serê meha Nîsanê de qewimîbûn. Artêşê wek mengene dora herema serhildêr pêçabû. Gundên ku diketinê dişewitandin û hemû zindiyan dikuştin. Bi dehan hezar însan ji ber leşkeran berê xwe dabûn çiyayan. Xwarin, vexwarin nema bû. Çiya di nav berf û seqemê de bûn. Leşkerên ku dabûn pey Kurdan, li Amed, Mûş, Xarpêt, Çewlik, Bedlîs û qazayên wek Farqîn, Licê, Hênê, Pîran, Erxenê, Egilê û Gêncê bi sedan gund dişewitandin û bi hezaran însan bi awayên hovane dikuştin.

Bi gotina rojnamevanê Îngîlîz Armstrog, ‘Tirka, Kurdistanê dabû ber şûr û agir.’ Ji bo ji Kurdan tolê hildin, Kurdistanê kiribûn mezbaha. Armstrong ku di wan rojan de li Tirkiyê bû, di pirtûka xwe ya navdar ‘Gurê Boz Mistafa Kemal’ de tevgera artêşê wiha rawe dikir: “Kurdistan bi agir, xwîn û hesin hat fetisandin. Li însanan her cûre îşkence dihat kirin û dihatin kuştin. Gund û mahsûl dihatin sotandin. Jin û zarok dihatin wendakirin. Tirkên Mustafa Kemal, ji bo heyfê, bi hovitiyeke mezin wek Yûnanî, Ermenî û Bulxaran Kurdan qetildikirin.’’
Li gor hin çavkanî û şahidiyên deme ji 50 hezarî zêdetir Kurd hatibûn qetilkirin. Rejima Tirk navê wêrankirina Kurdistanê danîbûn ‘’Tedîb û Tenkîl.’’

Şêx Seîd û hevalên xwe di 5’ê Gulanê de, di bin sihêtiya siwariyên Tirk de berî êvarê gihîştibûn Amedê. Leşkerên Tirk yên bi girtiyan re dema ketin Amedê marşan diqîriyan. Gelê Amedê jî, ji bo dîtina Şêx Seîd li kolanan rêzbûbû. Ji Derê Çiyê heta Derê Serayê gel li ser xaniyan û li kolanan li benda wan bû. Kolanên li ser rê ji aliyê leşkeran ve hatibû girtin. Bajarî nikaribûn nêzî girtiyan bibin.

Şêx tevî qefla xwe li ber deriyê qesra hikûmetê ku li kela navîn bû, ji aliyê Fermandarê Artêşa 3’em General Kazım Orbay, Fermandarê Milartêşê General Mürsel, Waliyê Amedê Mithat û Serokê Dadgeha Îstîqlalê Mazhar Müfit ve hatibû pêşwazîkirin. Li vir ji bo malbatên rayedar û leşkeran platformekî jî hatibû amadekirin. Jin û zarokên efserên Tirk li dij serhildêran diqîriyan. Dewletê li kela navîn li ber deriyê qesra hikûmetê şanoyekî dramatîk amade kiribû. Rojnamevan û rayedarên Tirk jî, ji bo temaşekirina rûniştinên dadgehê hatibûn Amedê. Li ber deriyê qesrê rayedarên Tirk xêrhatina Şêx Seîd dikin û li gel axaftinan fotografan dikişandin. Piştî sohbeta ber derî Şêx Seîd li zindana bajêr ya kela navîn hatibû hepiskirin.

Darezandinên Amedê
Ji bo darezandina serhildanê sînema ya Yenîşehirê ku li kêleka birca Derê Çiyê bû, hatibû amadekirin. Şêx û hevalên wî, wê li Dadgeha Îstîqlalê ya Amedê bihatana darezandin. Zagona Dadgehên Îstîqlalê di 31’ê Tîrmeha sala 1922’an de hatibûn derxistin. Armanca van dadgehên awert e tasfiyekirina dijberên Mustafa Kemal bûn. Lê ew zagon heta wê demê nehatibû bikaranîn. Pitşî ku li Kurdistanê tevgera Şêx Seîd destpêkir, ji bo tefandina serhildanê qanûna dadgêhên îstîqlalê ketibû rojevê.
Bi destpêka serhildanê ve li Kurdistanê ‚Örfi İdare’ yanê revêbiriya leşkerî hatibû îlankirin. Hikûmeta İsmet İnönü di 4’ê Adara 1925’an de li meclîsê qanûnê Dadgehên Îstîqlalê dabû qebulkirin. Bi vî awayî li Tirkiye û Kurdistanê rewşeke nû destpêkiribû. Li gor vê qanûnê wê li Kurdistan û li Enqerê dû dadgehên navendî bihatana damezradin. Şaxên van dadgehan jî li cîhê ku pêwîstî hebûya wê bihatana vekirin. Wê birayarên dadgeha Kurdistanê derhal û bê îtîraz bihata pêkanîn. Di dadgehên Kurdistanê de parêzer tûnebûn û li dij biryarên dadgehê rêyên qanûnî girtî bû. Muxalefeta dervayê herema İdara Örfî yanê yên dervayê Kurdistanê wê li dadgeha Enqerê bihata darezandin. Biryarên mirinê yê dadgeha Enqerê wê ji aliyê meclîsê bihata erêkirin.
Bi vî awayî heyeta Dadgeha Îstîqlalê ya Kurdistanê di 12’ê Nîsana 1925’an de gihîşt Amedê. Heyet; ji mebûsê Denîzlî Mazhar Mufît Kansû, Dozger Ahmet Süreya Örgevren, Endam mebûsê Kırşehirê Lütfi Müfit Özdeş, Endam mebûsê Bozokê Avni Doğan û Endam mebûsê Ruhayê Ali Saib Ursavaş pêk dihat. Endamên dadgehê hemû mebûsên Partiya Komarxwaz (CHP) bûn û di nav wan de dozger Süreya Örgevren tenê huqûknas bû.
Piştî ku vê dadgehê dest bi darezandinan kir, li Kurdistanê sektorekî nû jî destpêkiribû. Heyeta dadgehê bi alikariya hevkaran şebekeyekî bertîlê çêkiribû. Kesên bê guneh jî têde bi hezaran kes dihatin girtin. Ji bo serbestberdan an jî cezayekî sivik, bertilên giran dihatin dayîn. Di nava çend mehan de li Kurdistanê zêrên reşadî nemabûn. Li gor bîranînên mebûsê Vanê yê demê İbrahim Arvasi, li dadgeha Elezîzê ji bo xelaskirina mirovekî 500 zêr dihat xwestin. Endamê dadgehê Ali Saib, ji Kurdistanê 60 hezar zêr komkiribû. Li gor çavkaniyên demê bi taybetî Dozger Ahmet Sureya Örgevren bi bertîlên ku girtibû li Girava Marmarayê qesrekî gelek biha û mezin sitendibû. Mustafa Kemal li ser vê yekê Dozger Ahmet Sureya dabû ber sîleyan.

Pêvajoya darezandina Şêx Seîd û serekên serhildanê di 26’ê Gulanê roja sêşemê destpêkiribû. Di heman demî de li çiyayên Kurdistanê Arteşa Tirk, gundiyan ‘tedîb û tenkîl’ dikir, yanê dikuşt û sirgûn dikir.
Salona sinemayê ji bo dadgehê hatibû amadekirin. Li salonê kamerayekî sînemayê û ronahiyên mezin hatibûn bicîhkirin. Darezandin ji serî ve dihat qeydkirin.
Li bajêr jî tedbîrên awarte yêb ewlekariyê hatibûn girtin. Hemû cadde û kolanên mezin ji aliyê leşkeran ve hatibûn dagirkirin. Hatina gundiyan ya nav bajêr qedexebû. Şêx Seîd û serekên din di hicreyan de bûn. Têkiliya wan bi hevre an jî bi malbatê wan re hatibû qutkirin. Ji bilî endamên dadgehê kesî nikaribû bi wan re têkilî danîna.
Hikûmetê ferman dabû mahkemê, ku derfet nedin parastina siyasî. Li ser vê yekê dozger û endamên mahkemê ketibûn nav hewldanên qayilkirin, yanê xapandina serhildêran.
Dozger, ji Şêx Seîd re digot, ji bo girîngiya jiyana wî divê ew dûrî parastina siyasî bisekine û sozê namûsê dabû Şêx Seîd, ku ew parastina siyasî neke wê li cezayê îdamê nebirin.
Dozger Ahmet Süreya di bîranînên xwe de wiha digot: ‘Min ji wan re digot, ji bo ku hûn piştî darezandinê bi selametî vegerin malên xwe, parastina siyasî nekin.‘
Endamê dadgehê Ali Saib jî soz dabû Şêx Seîd ku di biharê de li gundê wî yê Xinûsê bihevre goştê berxa bipêjin. Heyeta dadgehê hemû serekên serhildanê qayil kiribûn ku di rûniştinên mahkemê de armanca serhildanê tenê bi motîvên olî û paşve anîna xîlafetê ve girêbidin.
Serekên serhildanê jî bi soz û bextên dadgehê bawerkiribûn û di parastina xwe ya li hember mahkemê de, behsa motivên netewî nekiribûn. Bi vî awayî pirsgirêka Kurdistanê di darezandinê de hatibû veşartin. Lê, Şêx Seîd di îfadeyên xwe yên Wartoyê de ku piştî girtinê dabû de armanca serhildanê wek ‘herî kêm Kurdistaneke otonom’ diyarkiribû.
Di pêvajoya darezandinê de endamên dadgehê li hember serekên serhildanê bi hurmet bûn. Bi peyvên wek ‘birêz’ xîtabê wan dikirin. Ew kibariya wan heta roja îlankirina biryaran domkiribû. Bi vî awayî hemû girtiyan di gotinên xwe yên dawîn de, daxwaza beraata xwe kiribûn.
Di 28’ê Hazîranê de rûniştina dawîn çêbû. Dozger bi carekî ve helwesta xwe guhertibû. Dozger Ahmet Süreya, naveroka serhildênê wek, ‘di bin perdeya olî de tevgera cudaxwazî’ binav dikir. Di îfadeyên kesên wek Mîralay Qasim Beg de jî armanca serhildanê wek ‘dazwaza damezrandina dewleteke Kurdî’ dihat binavkirin.

Ahmet Süreya yê ku qewlê serbestiyê dabû serekên serhildanê, rûpoşka xwe avetibû û bi peyvên sar, ji serokê dadgehê sêdarekirina Şêx Seîd û hevalên wî duxwest.
Biryara dadgeha Tirk jî, ji aliyê serokê mahkemê Mazhar Müfit ve hatibû xwendin: ‘Heryek ji we ji ber sedemekî rêberî kir, lê armanca we hemûyan serbixwebûna Kurdistanê bû.’
U navê kesên ku wê bihatana dardekirin xwendibû:Şêx Seîd, Şêx Evdilayê Meleka, Kamil Begê Tokliyan, Baba Begê Tokliyan, Şêx Şerîf, Feqî Hesen Fehmî, Hecî Sadiq Beg, Şêx Brahîmê Çanî, Şêx Elî, Şêx Celal, Şêx Hesen, Îzzet Begê Xaribî û kurê wî Mihemed Beg, Mistefa Begê Hênî û kurê wî Mahmûd Beg, Salih Begê Hênî, Şêx Evdilayê Çanî, Şêx Emerê Çanî, Şêx Ademê Hênî, Qadir Begê Madenî, Mele Mahmûdê Pîranî, Şêx Şemsedînê Farqînî, Şêx İsmaîlê Termîlî, Mele Emînê Balikî, Ereb Ebdî, Mihemedê Qargebazarî, Silêmanê Şinikî, Mele Cemilê Musyanî, Silêmanî Azî, Hecî Xalidê Balikî, Teymûr Axayê Diyadînî, Evdilletîfê Xinûsî, Mihemed Begê Mûşî, Silêman Begê Mûşî, Behrî Begê Mûşî, Şêx Cemîlê Zoravayî, Yûsifê Cebexçûrî, Elî Badan, Xalidê Qargebazarî, Xalidê Nadir, Tahirê Mihemed, Teyîb Elî Beg, Husên Hilmî yê qeymeqamê Cebexçûrê, Hemîdê Çerkez û Hesenê Salih.

‘Roj roja mêrxasa ye’
Di sehera Amedê de 47 rêwiyên sêdarê li pey hev berê xwe dan sêpêyan. Dengê zincîr, pranga û selewatan tevlîhev bûbû. Feqî Hesen li peşiya hemûyan bû.
Gotinên dawîn yên Şêx Seîd wiha bûn: ‘Ez hatim dawiya jiyana xwe ya vê cîhanê. Ez ne poşman im ku ji bo netewa xwe dibim qurban. Bes ku nêviyên me, li hember dijmên rûyê me reş nekin.’
Salih Begê Hênî ku ber bi mirinê ve dimeşiya, bang li hevalên xwe dikir: ‘Roj roja mêrxasa ye. Bila dostên me bi meşa me serbilind, dijminê me biqehir bin.’
Li meydana Derê Çiyê 47 sêpê li kêleka hev hatibûn rêzkirin. Berbanga roja 29’ê Hazîranê bû. Asîman vekirî bû, tîna germ ya rojê li ser Amedê belavbûbû. 47 cesedên serekê Kurd li kêlaka hev li sêpêyan daleqandî bû. Bejna zirav û dirêj ya Şêx Seîd tevî hevalên wî li bin siya kela Amedê li Derê Çiyê ketibû xwewa bêdawî.
Piştî ku Şêx Seîd û hevalên wî hatin qetilkirin, cenazeyên wan li cîhê ku hatin daleqandin veşartin. Ji bo ku qebrê serekên Kurdan nebin ziyaretgeh jî li ser zemîna qebristanê bargeheke leşkerî hat avakirin.