October 26, 2020

Sinews *News and Opinions Site *Malpera nûçe û Şîroveyê *Haber ve Yorum Sitesi

DYA’yê, Tirkiye li ser bikaranîna S-400 û nakokiyên wê hişyar kir

Dewleta Tirk pergala moşekên Rûsyayê yên bi tîpa S-400 li beravên deryaya Reş diceribîne. Ev yek rastî nerazîbûna DYA’yê hat.

Berdevkê Pentagonê, Jonathan Hoffman kirîna Tirkiyê ya pergala moşekên rûsî yên S-400 red kir û got, ew der barê raporên têkildarî bikaranîna wan gelekî bi fikar in, nabe bixe xizmetê.

Hoffman daxuyand ku ev gav dê bandorên xirab li peywendîyên ewlehiya wan a netewî bike û destnîşan kir Tirkiye ji bernameya hilberîna F-35 hatiye dûrxistin û pergalên S-400 wekî kelemekê li pêşiya pêşketinên di warên din ên têkiliyên dualî de ye.”

Li aliyekî din, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus got DYA’yê ji hikumeta Tirk re piştrast kir ku kirîna çekên Rûsyayê yên taybet mîna pergala moşekan a parastina asîmanî ya S-400’î nayê qebûlkirin. 

Morgan Ortagus da zanîn bikaranîna dewleta Tirk a vê pergalê dê bi xwe re nakokiyên muhtemel ên kirêt ji têkiliyên amerîkî-tirkî re di aliyên ewlehiyê de bînin.

Morgan Ortagus wiha domand: “Heke ew yek hat piştrastkirin, dê bi gotinên tûj bikaranîna moşekên Rûsyayê yên S-400 şermezar bikin. Ji ber ew yek li dijî berpirsiyariyên dewleta Tirk a endamê NATO’yê û şirîkê stratejîk a DYA’yê ye.”