October 26, 2020

Sinews *News and Opinions Site *Malpera nûçe û Şîroveyê *Haber ve Yorum Sitesi

Di salvegera rizgarkirina Reqayê de bajarekî rûxandî ji nû ve tê avakirin

DCIM100MEDIADJI_0163.JPG

Berevajî herêmên din ên Sûriyê wekî yên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de ne, bajarê Reqayê ku tê de şerên herî dijwar li dijî çeteyên DAIŞ`ê rû dan, bi keda ciwanên xwe û hevgirtina eşîran bi Rêveberiya Sivîl re ji nû ve tê avakirin. Piştî 3 salan ji rizgarkirin Reqayê, bajar bi lez ber bi pêşketinê ve diçe.

Piştî çend salan ji serweriya rêxistina herî radîkal li cîhanê li ser bajarê Reqayê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi alîkariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê di 17`ê Cotmeha 2017`an de bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir.

Piştî şerên 166 rojan bajarê Reqayê hate rizgarkirin û Meclisa Sivîl a Reqayê ku di 17`ê Nîsana 2017`an de hatibû avakirin, navenda xwe ji navçeya Eyn Îsayê bir bajarê Reqayê. Her wiha planek ji bo xebatê komîteyên  xwe danî ku ji nû ve jiyanê li bajêr vegerîne.

ASTENGIYEKE SEREKE LI PÊŞ VEGER Û AVAKIRINÊ

Ji ber çeteyên DAIŞ`ê û şerên ku li bajarê Reqayê rû dane, rûxandineke mezin di bajêr de çêbû. Ji bo vegerandina jiyanê li taxên bajêr, diviyabû di serî de mayînên ku çeteyên DAIŞ`ê çandibûn bên rakirin. Wê demê li seranserê bajêr 8 hezar mayîn hatibûn çandin.

Van mayînan karê Meclisa Sivîl a Reqayê asteng dikir. Ji lewra destpêkê girîngî ji bo xebatên rakirina mayînan hat dayîn, ji ber ku ji aliyê şaneyên veşartî yên di nav enqazan de veşart ve dihatin çandin. Ev yek ji dozên sereke bû ku diviyabû bê çareserkirin da ku meclis xebatên xwe dewam bike û vegera şêniyan bi ewle bike.

Li ser vê esasê, tevî derketina şaneyên veşartî ku hewl dan ewlehiya herêmê têk bibin jî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 3 salên borî de li herêmê aramî û îstiqrar pêk anî.

Girêdayî mijarê, endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Mehmûd El-Seyd destnîşan kir ku îstiqrara ku niha li herêmê pêk hatiye di gelek qonaxan re derbas bû û got: “Destpêkê bi hevkariya şêniyan, mayîn hatin rakirin. Her wiha şaneyên veşartî yên girêdayî DAIŞ`ê û herî dawî yên girêdayî dewleta Tirk û hikumeta Şamê, hatin şopandin.”

EŞÎRÊN EREB Û RÊVEBERIYA SIVÎL

Eşîrên ereb ên Reqayê destek da Rêveberiya Sivîl û hewl da civakê hişyar bike û beşên wê nêzî hev bike. Eşîrên herêmê têgihêştin ku li gel hebûna gelek aliyan li Sûriyê û girêdana wan bi ajandeyên derve re, tekane çareserî Rêveberiya Xweser e, ji lewra projeya Rêveberiya Xweser bi şêniyan da nasîn.

Têkildarî mijarê, şêxê eşîra El-Sebxa Mihemed Turkî El-Sewan got: “Di demekê de ku hêzên din herêm terikandin, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) herêm parast. Em ji bilî QSD`ê, tu hêzên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl nakin.”

Kombûna eşîrên ereb li dor Rêveberiya Sivîl, rê li pêş ciwanan jî vekir da ku tev li saziyên Rêveberiya Sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokatîk bûn. Vê yekê roleke girîng di ji nû ve avakirina bajêr de lîst.

BAJAREKÎ RÛXANDÎ KU JI NÛ VE TÊ AVAKIRIN

Li gorî serjimariya dawî ya Nivîsgeha Plankirin, Lêkolîn û Serjimariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê ku ji beriya 8 mehan ve derxistibû, li bajarê Reqayê zêdetirî 300 hezar kes bi cih dibin. Li bajêr 151 hezar mal hene ku di şerên rizgarkirinê û ji ber mayînên ku çeteyên DAIŞ`ê çandine, ji wan ji sedî 40 bi temamî hatin rûxandin û ji sedî 60 zirar gihaştiye wan.

Ji bo ji nû ve avakirina cihê rûxandî, komîteyên meclisê dest bi rakirina enqazan kir. Li gorî Serokê Nivîsgeha Xizmetan a Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed Heco, nivîsgeh rojane zêdetirî hezar M3 û mehane 25 hezar M3 ji enqazan radike. Li şûna ku şênî lêçûnên wê bidin, Meclisa Sivîl nêzî 65 milyon lîre ji bo rakirina enqazan xerç dike.

Piştî rakirina enqazan, hemû rêxên sereke û yên din ên li hundir û kêleka bajêr, hatin vekirin. Ew enqaz li qiraxên çemê Belîx tên danîn, bi wan hin kortên li ser rêyan tên tijîkirin û pir tên restorekirin, ku niha ji sedî 60 ji wan piran hatine restorekirin û ya herî sereke pira kevin e ku bajarê Reqayê bi gundewarê başûr û rêya Reqa-Helebê ve girê dide.

Li gorî meclisê, gelek şêniyan malên xwe yên li taxên biçûk ku zirar dîtine restore kirin. Şaredariyê destûr da wan ku bêyî ruxsetê bigirin, dikarin malên xwe restore bikin bi şerta ku avahîsaziya mala xwe xerab nekin.

Têkildarî malên bi temamî wêran bûne ku xwediyên wê dixwazin ji nû ve ava bikin, şaredariyê hezar û 722 rûxset dane wan.

Li gel rakirina bermahiyan ji rêyan û destpêkirina restorekirina malên wêrankirî, şaredariyê dest bi sererastkirina toreyên kanalîzasyonê li gelek taxa mîna Romaniye, Diriye, Ekrad, Şueyb, Firat û Mamûn kirine.

KEHREBE HÊDÎ HÊDÎ VEDIGERE BAJÊR

Binesaziya bajarê Reqayê di encama şerên li herêmê rû dane û mayînan de wêran bûye. Di nav de toreya kehrebeyê ya bi temamî wêran bûye. Bi vegera şêniyan re, diviyabû ku Komîteya Enerjî û Pêragihandinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi lez kar bike da ku kerebeyê li gel derfetên kêm vegerîne bajêr.

Werşeyên kar, di çarçoveya xebatên ku kirine de, kehrebe gihand taxên bajêr mîna Sekene, Sewr, Bustan, Kolana Mensûr, taxa Seyfdewle, Mişleb û Sînaa. Li aliyekî din xebatên vegerandina kehrebeyê ji taxên Rimêle, bakurê Sike, taxa Cemîiyat li rojhilatê bajêr li nêzî Kornîşê başûr berdewam in.

Xebatên dirêjkirina kehrebeyê ji taxan re ranwestîn. Şaredariya Gel dest bi ronîkirina rêyan kir. Şaredariyê rêya 2 Kîlometre ya ku ji pira kevin destpê dike û li Saa bi dawî dibe ronî kir. projeya 8 Kîlometre ya ku ji Deriyên Bexda dest pê dike û di kolana Hîşam Bin Ebdulmelêk re derbas dibe heta bigihêje çerxerêya Îtfaiyê li bajêr, û ji Deriyê Bexdad heta Selexaneya Beledî li başûr ronî kir.

Di vê dawiyê de projeya ronîkirina kolana Seyfdewle bi dirêjaya hezar metreyan bi dawî bû. Her wiha kolana Muhafaza bi dirêjahiya hezar û 100 metreyan hate ronîkirin. Şaredariyê amadekariyên projeyên ronîkirina rêya li Kolana Nesir a di navbera çerxerêya Naîm û çerxerêya Dele û ji xaçerêya nexweşxaneya Muhafaza heta xaçerêya nexweşxaneya Hicwan dike.

Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê hewl dide kolana 23`yê Sibatê, kolana Wadî, Amasî û kolana Til Ebyed ronî bike.

ALIYÊ TENDURISTIYÊ

Piştî rizgarkirina bajêr, Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê da ku ji nû ve nexweşxane û navendên tenduristiyê bixe zimetê, bi lez dest bi xebatê kir. Her wiha nexweşxaneya Watanî ya Reqayê vekir ku mehane ji 60 heta 70 nexweşan pêşwazî dike û tê de emaliyet jî tên kriin. Di 2019`an de li nexweşxaneyê hezar û 286 emliyetên mezin û 3 hezar û 161 emliyatên biçûk, hatin kirin.

Piştî vekirina nexweşxaneyên beşên hundirîn û beşê şewatê ku ji beşên sereke ne lê hatin zêdekirin. Her wiha beşe rewşên awarte, emliyat, beşe gurçikên sinaî hatine vekirin ku mehane tê de nêzî 970 guçik tên şûştin. Her wiha derziyên aşlekirinê yên nexweşiyên Laşmanya, felcbûna zarokan û nexweşiya zerikê li navendê peyda dibin.

Gelek pisproên tenduristiyê ku piştî serweriya çeteyên DAIŞ`ê li bajêr derketibûn, vegeriyan û gelek cîhazên tenduristiyê hatin peydakirin ku ji ber tunebûna wan şêniyan gelek zehmetî dikişand û berê xwe didan herêmên din.

Niha li bajarê Reqayê 3 nexweşxaneyên giştî hene “Nexweşxaneya Watanî, Nexweşxaneya nexweşiyên jinan û zarokan û Nexewşxaneya Hîlal” û 6 nexweşxaeyên tauybet hene ku piştî rizgarkirina bajêr ketin xizmetê.

Her wiha 27 navendên tenduristiyê li taxên bajêr û gundan hatin vekirin.

PERWERDE

Yek ji astengiyên mezin ên li pêş Meclisa Sivî a Reqayê jî, dûrketina zarokên Reqayê û gundewarê wê ji dibistanên xwe heta 5 salan bû, ku çeteyên DAIŞ`ê zarok di dewriyên şerî re derbas dikirin. Li ser vê yekê, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji 2017`an ve li herêmên rizgarkirî dest bi xebatên perwerdeyê kir.

Piştî 3 salan ji rizgarkirina bajêr, perwerde bi pêş ketiye. Li Reqayê û gundewarê wê 394 dibistan hene ku 90 ji wan bi temamî hatin restorekirin û zirarên di 201 dibistanên din de hatin restorekirin.

Hejmara xwendekarên ku îsal berê xwe didin dibistanan nêzî 119 hezar xwendekar e. Her wiha 4 hezar û 727 mamoste jî çalakiya perwerdeyê li dibistanên bajêr û gundewarê wê bi rêve dibin.

PEYDAKIRINA DERFETÊN KAR

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, yekser şêniyên bajêr bi hekvariya Rêveberiya Sivîl re dest bi xebatên ji nû ve avakirinê kirin û cihê xwe di saziyan de girtin. Li ser wê yekê, Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclia Sivîl a Reqayê 12 hezar û 700 derfetên kar ji şêniyan re peyda kir.

Her wiha komîteyê ruxset da 108 rêxistinên girêdayî Nivîsgeha Rêxistinan a girêdayê Komîteya Kar û Barên Civakî, da ku ximetan pêşkêşî şêniyan bikin, projeyên biçûk ava bikin û dewreyan ji ciwanan re vekin.

TEVGERA ABORIYÊ

Piştî rizgarkirina bajêr, aliyê aboiryê jî hêdî hêdî ket tevgerê û gelek kargeh û warşeyên kar hatin vekirin. Hejmara kargehên ku ruxsetên xwe ji komîteya aboriyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê girtine, gihaşt 86`an. Yekem kargeh di 31`ê Adara 2020`an de ruxseta xwe stand, hîna jî ruxsetdayîn dewam dikin ku ev yek pêşketin û geşbûna tevgera aboriyê nîşan dide. Kargehên li bajêr, kargehên blastîk, kargehên madeyên paqijiyê û kargehên madeyên avahîlêkirinê.

Her wiha aliyê çandiniyê jî ku piraniya şêniyên bajêr tê de kar dikin, pêş ket. Piştî restorekirina torên avê û xebitandina alava zuhakirina garis ku bi piranî li herêmê tê çandinh Hejmara rûberên çandiniyê û rûberên avî zêdetir bû.

CENAZEYÊN NENAS

Li bajarê Reqayê û gundewarê wê 27 goristanên komî ku çeteyên DAIŞ`ê di dema dagirkirina herêmê de ava kiribûn, hene. Di vê derbarê de, tîma destwerdana lezgîn ku di Îlona 2018`an hatibû avakirin, bi hezaran cenaze derxist. Hîna jî goristanên nenas hene ku cihên wan hîna nehatine naskirin.

Tîmên destwerdana lezgîn nêzî 6 hezar û 79 cenaze derxist, ku ji wan tenê 700 cenaze hatin naskirin.

Ji ber rawestandina alîkariyên Koalîsyona Navneteweyî ji tîmê re, nexasim di aliyê rakirina cenazeyan û diyarkirina nasnameyên qurbaniyên ku bi destê çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin, tîmê xebatên xwe rawestand.

GOTINÊN ALIYÊN DERVE PÛÇ HATIN DERXISTIN

Piştî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên di 9`ê Cotmeha sala par de, şaneyên veşartî ji nû ve li bajêr derketin. Hinek ji wan şaneyan girêdayî çeteyên DAIŞ`ê bûn û hinek jî girêdayî dewleta Tirk û çeteyên bi navê “Artêşa Nîştmanî” bûn. Piştî belavbûna hêzên hikumeta Şamê li kêleka Rûsyayê li ser xeta sîror a bi Tirkiyê re ya li gorî lihevkirina Rûsya-Tirkiyê ya 22`ê Cotmeha 2019`an, şaneyên girêdayî hikumeta Şamê jî derketin. Wan şaneyan hewl dan aramî û îstiqara li Reqayê têk bibin û ajandeyên derve pêk bînin.

Wan şaneyan gelek kesayetên siyasî, serokeşîr û endamên saziyên sivîl ên Meclisa Sivîl a Reqayê, hedef girtin.

Di vê derbarê de, hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb destnîşan kir ku piştî ragihandina Amerîkayê ku dê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişe, gelek aliyan digotin wê projeya Meclisa Sivîl bi binkeve yan wê herêm radestî aliyên din wekî hikumeta Şamê bê kirin û tevlîhevî li herêmê belav bibe. Lê belê bi saya girêdana eşîran û şêniyên herêmê bi vê projeye re û redkirina destewrdanên derve, berevajî wê yekê îspat kir.

Mihemed Nûr El-Zîb diyar kir ku Meclisa Sivîl pêşkêşkirina xebatên xizmetgûzariyê ji şêniyan re, berdewam dike. Her wiha piştrast kir ku pêkhateyên Reqayê ji tevahî cîhanê re îspat kirin ku wan bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir û niha kar û barên xwe bi xwe bi rêve dibin û dê herêmê radestî aliyekî din nekin.

Her wiha tekezî bi hevgirtina civakî kir û îşaret bir ola mezin a şêniyan di eşkerekirina şaneyên ku hewl didin fitneyê din nava civakê de derxînin, kir.

Mihemed Nûr El-Zîb da zanîn ku rejima Sûriyê gelek caran  bi rêya şaneyên ku kesayetên nêzî Rêveberiya Xweser hedef digire, hewl da tevlîheviyê li herêmê derxîne. Lê belê gel li hemberî wê yekê hişyar bû, bi pey wan lîstokan neket û ew hewldan red kirin.

ANHA