Mahfuz YILDIZ

Rojekî pirzikek di serê ‘ çîkê‘ zilamekî de peyda bû, zilam li hezar bijijkî, doktorî gerîya, cihek nema ku liwê li çareyekî nepirsî lê jê re gotin, tu çareya te tune, dibê em bi neşterê ji kokê jêkin. Zelam gelek xemgîn û bêçare bû. Rojekî çend dost û hevalên vî gotînê, ger tu herî Amerika li wir niştecihek Amerikî heye, indian Amerikan, dermanên xwezayî, dermanên Lokmanê Hekîm li cem vî hene. Dibe ku ji te re jî bibe çare. Zelam rabû berê xweda çiya û newalên Amerika heta ku li doktorê xweyî çermsor leka hat.

Got, rêzdar, tu cih û deverek ku ez lê negerîyam û min li çara xwe pirsî nema lê min tu dermanek peyda nekir. Gelo hûn dikarin ji min re bibin çare û derman?

Zelamê doktor lê nihêrî, kûr kûr mueyne kir û got, belê ezê ji te re îşev dermanekî amade bikim û dibê tu sê rojan misafirê min bimînî.

Doktor min û te derman amade kir, ew şev anî, pê birîna zelamî melhem kir.

Dora rojê êvarê, zelam ji doktor pirsî, rêzdar gelo ezê baş bibim ne wisa?

Doktor nefesek kûr keşand, destê xwe li nava pişta vî da û got, lawê min, meraq neke, sibê dema tavheyv hat naveka esman, dê ‘çîkê’ te bixwe biweşe, here!

Belê, ev hal îro halê neyarê me Kurdan in, li ber çevan e çareya wan tune ye.

Ya wê xwe bidin ber neşteran ya jî wê hêdî hêdî bihelin herin. Jiber ku sîstema wan ne tu sîstem e û karê ku niha Amerika li hember Iranê jî dimeşîne doktorîya wî niştecihê Amerikî ye.

Rewşa Dewleta Tirk jî ji ya Iranê ne gelek baştir e. Aborîya wan têk çûye û ji Kurdan pêştir jî qeweta wan naghîje ya tu kesî. Kongreya Amerika û dewletên Ewropî ambargoyek ku hê raste rast bi nav nekirine danîne ser dewleta Tirk.

Halê neyarê me ev e lê hale me çi ye?

Gelo stratejîke me heye?

Gelo em hesabên rojên bê dikin?

Partî û rêxistinên me di çi rewşê de ne?

Ger stratejîya te tune be, zirhêz ya nebihêz kî xwedî stratejî be tu yê bibî pîyon û liba berdestên wan. Tu çiqas qehreman bî, çiqas şervan bî jî di talîyê de tu yê wenda bikî.

Niha li Rojava, bi destê Navenda Lêkolînên Stratejîk Ya Rojava anketek hat amadekirin. Di pirsa gelo hûn hewldanên yekîtîyê çewa dibînin de, ji sedî 95ên bersîvan erênî bûn.

Di referandûma Kurdistana Başûr de jî ji sedî 92yên gel. Ji serxwebûna Kurdistan re gotin erê. Di mîtîngên pîşgirîya Referandûmê de li gelek deveran ji Başûrîyan pirtir Bakurî û gelên meyî perçeyên din hebûn.

Mêzekin bê gelê meyî berxwedarê ji zulm û zordarîyê westiyayî çi çevrê dike, li benda çi ye?

Niha Dewleta Tirk operasyonan tîne ser Heftanînê û em Kurd ji xwe lê dinhêrin;

Wek qurbana ku li kêra destê qesab dinhêre wisa.

Niha kerê kor jî lê binhêre we bêje, kuro lawo ev şerê tirkan ne li hemberî PKKê ye, li hemberî tevahîya Kurdan e lê em wek koleyên berê yên kêşîtîyên behran dest û pî qeyd kirî, ji xwe re bi neçarîyek bindestanê lê dinhêrin.

Bi vî hale xwe, em jî dişibîn neyarên xwe û wî zelamê bêçare yê ku li doktoran digerîya

Neyarên me ne xwedî stratejîyek nujen in ku bi cîhana nihayîve karibin bimeşin û em hê ji wan xerabtir, bindestên wan in.

Dewleta Tirkan dixwest di ser Silopî de derîyek din weke. Rojava û Başûr ji hev biqetîne, ew plan pêknehat, îca rabû berê xwe da Heftanînê ku ji mile dinde mala Kurdan xera bike.

Ger ez di cihê reveberên nihadabim ezê li gel partîyên Başûr rûnêm û stratejîyek hevbeş deynim ber xwe.

Yek li ser Şengalê

Dudo li ser Rojava

Sisê li ser dubendîya Suleymanî û Hewlerê

Çar li ser Rojhilat û Bakur

Di wan xalan de ya herî muhîm û germ Şengal e.

Bifikirin, bê ka çima neyarên me berê qatîl û xwînxwarên xwe dan Şengalê

Çi meqsed dikirin?

Ew felaketa ku hat serê gelê me gelo hindik bû?

Ma namûs û şerefa me Kurdan gelo ewqas erzan e?

Em ji xwe re dibên em Somerî ne,  xwedî dîrokek qedîm in

Em dibên em xwedîyê Zagrosan e

Ma ev çi hal e ku em tê de ne?

Jibo ku Lozanek dûyem neyê serê me û jibo ku felaketên wek Pîranê, Gelîyê Zîlan, Dersimê û Şengalê carek din neyên serê me û em li mîratêyên Bav-qalan xwedî derkevin, ji me re gavên nû, nerînên nû lazim in.

Di Şengala îroyîn de şansekî me yî awha veşar e.

PKK dikare, ne li ser navê partîyan û kesan, lê li ser nav û hesabê Parlementoya Kurdistanê û Hukumeta meşrû, gazî partîyên Başûr bike û Şengalê, bi erê kirina birayên meyî Êzdî, bi lihevkirinekî Kurdistanî, daxilî nav axa Kurdistana Başûr bike.

Ger hewldanek awha pêk were, ev yek dibe nimûne jibo deverên nakok yên Başûrê Kurdistanê jî.

Kes nabêje herin şerê Irak û Iranê bikin lê madeya 140 jixwe destê Kurdan xwurt dike ku dewûdoza wan deveren bi awayek fermî formule bikin.

Dibê qethîyen şerê Irakê neyê kirin, jixwe jihevde ketîye, bila tu kes li ser neyartîya Kurdan wan dîsa neke yek. Ne ku ez naxwazim Irak jî bi selamet be. Ew jî gelê herêmê nin, hevî dikim rêyek aramîyê ji xwe re peyda bikin lê ne li ser neyartîya Kurdan.

Çima Şengal ewqas muhîme?

Şengal dikare bibe nimûneya milletbûyîna me.

Ger em di Şengalê de biserkevin, emê bawerîyê bidin Êzîdîyên Sovyeta Kevn û Ermenîstanê, Elewîyên xweyên çi li Iranê û çi li Tirk-îyê, gelên hirîstîyan yên herêmê jî. Û biserde, emê di çevên cîhanê de milletbûyîna xwe îspat bikin û ji Qazaxîstanê heta Gurcîstanê gelê Kurd dilgeş û serfiraz bikin.

Mezekin, Kurden meyî Qazaxistanê, bi pêşengtîya Profesorên Kurd wek Kinyazê Îbrahîm û Nadir Nadirov dest bi weşanên televîzyona ‘’YekbûnTV’’ye kirine!

Ger Şengal bikeve ewlehîyekî qewî pişta Rojava jî dê pê têr xwurt bibe û biratîya me Kurdan berbi yekîtîyê ve bipêş bikeve.

Xwuşk û Birano, werin em ji felaketên xwe serkeftinan biafirînin, em Şengala xweya pîroz bikin sembola biratî û netewbûyînê.

Ger em gavên awha stratejîk karibin bavên

Iran jixwe di defika Rojavayîyan û Isralê de ye

Tirk-îya jî bila artêşa xwe ber bi Qendîlê de bişîne, de ka emê bibînin bê kî berx e û kî beran!

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir