DOLAR
9,6155
EURO
11,2367
ALTIN
554,31
BIST
1.480
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
27°C
Diyarbakır
27°C
Az Bulutlu
Pazartesi Az Bulutlu
24°C
Salı Az Bulutlu
21°C
Çarşamba Az Bulutlu
22°C
Perşembe Az Bulutlu
23°C

50 hezar geştyaran serdana navenda kaşûnê ya Colemêrgê kirin

31.03.2021
0
A+
A-

Li parêzgeha Colemêrgê ku pareke mezin a salê di bin berfê de dimîne, Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan a bilindahiya wê 2 hezar û 800 e, bi parkûrên xwe yên xwezayî di 3 mehan de 50 hezar kaşûnhezên xwemalî û biyanî serdanê wê kirin.

Navenda kaşûnê ya Mêrga Botan ku 12 kîlometre dûrî Colemêrgê ye û herwiha bi weberhênaneke 15 milyon lireyî pîstên wê hatin dirêjkirin û sistema telesiyeja 4 kesî hat avakirin, hêdî hêdî dibe navendeke sereke ya geştyarî li herêmê.

Navenda ku ji ber tedbîrên Covîd-19ê di meha çileyê de dest bi xizmetê kir, ligel ku ji meha nîsanê re hinik maye jî bi berfa zêdeyî metreyekî stûr ziyaretvanan dihewîne û derfeta kaşûn û snowboardê dide wan.

Navenda ku seranserî sezonê ji ziyaretvanên parêzgehên cîran û herwisa yên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê xalî nebû, dibe derfetek ku li bajêr hem aborî, hem geştyariya zivistanê û hem jî jiyana civakî geş bibe.

Rêveberê Ciwanî û Werzişê yê Parêzgehê Emin Yildirim ragihand ku li navendê mirov dikare heya meha Gulanê kaşûnê bike.

Yildirim bal kişand ku ew karîna navenda kaşûnê roj bi roj mezintir dikin û wiha pê de çû: “Bi weberhênanên me kirin em gihîştin wê astê ku mirov dikare pêşbirkên neteweyî û navneteweyî bike. Îsal eleqe zêde ye. Ligel pêvajoya pandemiyê, me ji gelek parêzgehên cîran û herwisa ji Îran û Iraqê mêvan ezimandin. Li gelek navendên kaşûnê yên Tirkiyeyê berf nema û demsala biharê dest pê kir, lê em hê jî çalakiyên zivistanê didomînin.”

Gul Çevik ku li Wanê mamostetiyê dike jî diyar kir û ew û hempîşeyên wê ew çûne serdana bajêr û herwiha wan hem bajêr û hem jî navenda kaşûnê gelek eciband./Rudaw

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.