DOLAR
19,0510
EURO
20,5023
ALTIN
1.211,97
BIST
5.031,98
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Yağmurlu
14°C
Diyarbakır
14°C
Yağmurlu
Cumartesi Yağmurlu
16°C
Pazar Az Bulutlu
18°C
Pazartesi Az Bulutlu
18°C
Salı Yağmurlu
16°C

33 sal di ser êrîşa enfala Kurdistanê re derbas dibe

14.04.2021
0
A+
A-

Rêjîma Beis a rûxandî bi hezaran jin û zarokên kurd winda kirin

Îro 30 sal di ser êrîşa enfala Kurdistanê re derbas dibe ku tê de rêjîma Beis a rûxandî bi hezaran jin û zarokên Germiyanê veguhastin û winda kirin.

Berî 33 salan rêjîma Beis a Iraqê li pêş civaka navdewletî di heyama 7 mehan de û di çarçoveya 8 qonaxan de, proseya enfalkirina gelê Kurdistanê bi rê ve bir. Di wê proseya leşkerî ya rêjîma Beis de, zêdetir ji 4 hezar û 500 gundên Kurdistanê û bi sedan bajarok û zozan wêran kirin û xelkê wê ber bi çarenivîseke nediyar ve birin.

Di êrîşa enfalê de artêşa Iraqê bi hemû cure çekên nû û teknolojiya nû ji asman û zemînê ve êrîş kir û bi hezaran malbatên kurdan enfal kirin.

Enfal yan proseya jenosid û qirkirina Kurd yek ji proseyên rêjîma Beis a rûxandî (1963 – 2003) bû, ku di 8 qonaxan re derbas bû.

Qonaxa yekem: Ji 22ê Sibatê û ta 18ê Adara 1988an berdewam kir û di vê qonaxê degeliyê Cafayetî hat enfalkirin.

Qonaxa duyem: Ji 22ê Adarê û ta 1ê Nîsana 1988an birêve çû, navçeya Qeredax hat enfalkirin.

Qonaxa sêyem: Ji 7ê Nîsanê û ta 20 Nîsana 1988an li navçeya Germiyan hat encamdan.

Qonaxa çarem: Ji 3ê Gulanê û ta 15ê Gulana 1988an li navçeya Qelasêwkê û geliyê Zê yê biçûk hat encamdan.

Qonaxa pêncem, şeş û heftem: Ji 15ê Gulanê û ta 26ê Îlona 1988an birêve çû û tê de navçeyên Şeqlawa û Rewandizê bi ber pêla enfalê ketin.

Qonaxa heştem: Ji 26ê Tebaxê û ta 6ê Îlona 1988an birêve çû û tê de êrîş li ser devera Badînanê hate kirin.

Di koma heşt qonaxên proseya Enfalê de, rêjîma Beiş ya jinavçûyî 182 hezar Kurd li bajar û gundên Kurdistanê enfal kirin./ Kurdistan24

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.