DOLAR
9,6155
EURO
11,2367
ALTIN
554,31
BIST
1.480
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
27°C
Diyarbakır
27°C
Az Bulutlu
Pazartesi Az Bulutlu
24°C
Salı Az Bulutlu
21°C
Çarşamba Az Bulutlu
22°C
Perşembe Az Bulutlu
23°C

​​​​​​​Rêxistinên hiqûqî serdana serokê dadgeha Ewropayê ji bo Tirkiyê re şermezar kir

​​​​​​​Rêxistinên hiqûqî serdana serokê dadgeha Ewropayê ji bo Tirkiyê re şermezar kir
08.09.2020
0
A+
A-

Gelek rêxistinên hiqûqî serdana serokê dadgeha Ewropayê ya mafên mirovan Robert Ragnar Spano ya ji Tirkiyê re û hevdîtina wî bi rayedarên Tirk re, şermezar kir.

Komeke rêxistinên hiqûqî yên Kurdî bi daxuyandiyeke hevbeş serdana serokê dadgeha Ewropayê ya mafên mirovan ji bo Tirkiyê şermezar kir û diyar kir ku ev serdan rewşa bi êş a piraniya nûnerên maf, qanûn, edalet û mafên mirovan ên cîhanê temsîl dike.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Piştî serdana serokê dadgeha Ewropayê ya mafên mirovan birêz Robert Ragnar Spano ji bo Tirkiyê ya destpêka vê mehê û hevdîtina wî bi rayedarên Tirk re û di serî de Erdogan re, em dibînin ku serdan nîşaneyên bi şoq û kûr dihewîne, ku divê em helbet behsê bikin.

Ev serdan beriya herî tiştî rewşa bi êş a piraniya nûnerên maf, qanûn, edalet û mafên mirovan ên cîhanê temsîl dike. Serdana dadvanekî ku desteya zagonî ya herî bilind li Ewropayê temasî dike û bi vê rengî û hevdîtina bi serok û rayedarên dewleteke di destpêka lîsteya giliyên têkildarî sûcên û binpêkirinên wê di aliyê mafên mirovan û azadiyan de, tenê vê yekê îspat dike.

Gelo dadvan Spano dikare ji me re bingeha qanûnî ku dihêle ew serdana kesekî wekî Erdogan ku sûc û binpêkirin li Tirkiyê û derveyî Tirkiyê pêk anîne, bike? Her wiha Spano bi zimanekî xweş bang li Erdogan kir ku rêzê ji serweriya qanûnê û biryarên dadgehê re bigire. Heke zimanê xweş bi kêrî vê yekê bihata, pêwîstî bi ferzkirina cezayan û rêbazên din li dijî sûcdar û aliyên ku qanûnê bin pê dikin, tune bû.

Çawa exlaq û peywira dadvanekî rê dide ye ku bawernameya (bijîşkiyê) ji zanîngeheke welatekî ku binpêkirin li dijî gelek akademisyenan pêk aniye, bigire.

Bi çi hincetê birêz Spano serdanan kesekî mîna hevşaredarê Mardînê dike yê ew û partiya wî ya hakim şaredarî xesp kir û nûnerên wê yên rewa yên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin rakirin.

Ev serdana dadwerê birêz ji bo sûcdaran, bi taybet di vê demê de hat, di demekê ku dilxwazên mafên mirovahiyê ji bo wefata parêzer Ebrû Tîmtîk di sine de ye.

Em serdana birêz Spano ji bo Tirkiyê şermezar dikin û vê serdanê wekî sûcekî dibînin ji ber ku destek û nirx dide sûc û sûcdaran. Ev vê serdanê wekî şermeke li ser eniya dadgeha Ewropa, Konseya Ewropa, nûnerên hiqûq, qanûnên mafên mirovan dibînin.

Rêxistinên ku daxuyanî îzme kirin ev in:

-Navenda Lêkolînên Qanûnî- Almanya

-Desteya Qanûnî ya Kurdî

-Desteya Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye

-Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê

-Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê

-Navenda Edaletê ya Mafên Mirovan

-Rêxistina Kurd a Mafên Mirovan li Sûriyê (DAD)

-Rêxistina Parastina Mafên Mirovan li Avusturya

-Rêxistina Parastina Mafên Mirovan a Sûriyê (MAF)

-Rêxistina Civaka Sivîl a Kurd li Ewropa

-Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

-Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê

-Rêxistina Mehabad a Mafên Mirovan

-Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

-Komeleya Gelên Di Bin Gefan De-Şaxê Almaniya

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.