DOLAR
9,6155
EURO
11,1969
ALTIN
554,22
BIST
1.480
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Az Bulutlu
Cumartesi Az Bulutlu
26°C
Pazar Az Bulutlu
27°C
Pazartesi Parçalı Bulutlu
24°C
Salı Az Bulutlu
19°C

​​​​​​​Qebûlkirina diyariyê yanî qebûlkirina qirkirinê ye-MISTEFA ELO

​​​​​​​Qebûlkirina diyariyê yanî qebûlkirina qirkirinê ye-MISTEFA ELO
21.09.2021
0
A+
A-

Qebûlkirina diyariyê yanî qebûlkirina qirkirinê ye; Beriya du salan, dema ku Erdogan çû bajarê New Yokê yê Amerîkayê da ku beşdarî civîna 74’an a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe nexşeyek bi xwe re bir. Ev nexşe plana qirkirina kurdan bû. Lê li hemberî wê tu kes gotinek nekir. Ev dîmen careke din dûbare dibe, serokkomarê Tirk Recep Teyyîp Erdogan careke diçe Neteweyên Yekbûyî û bi xwe re nexşeyeke li ser dever “Xirab Reşik” dibe ku wekî beşek ji mîrateya Anadolê diyarî sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres dike. Guterres diyariyê qebûl dike.

Dîroka Xirab Reşik vedigere 12 hezar sal, deverekî mîmarî yê herî kevnar li cîhanê ye û perestgeha yekemîn di dîroka mirovahiyê de ye. Ev dever ji sûtên kevir ên mezin pêk tê, ku bicihbûna mirovan a beriya hezar sal li Kurdistanê li derdora çiyayê Torosê di navbera çemên Dicle û Firatê de diyar dike.

“Bêdengî nîşaneya qebûlkirinê ye”

Beriya du salan, tu kes ji beşdarên civîna 74’an a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li dijî projeya Erdogan a qirkirina kurdan derneket, gotineke pêşiya heye dibêje “Bêdengî nîşaneya qebûlkirinê ye” di vir de eşkere dibe.

Nexşeya ku Erdogan di 24’ê Îlona 2019’an de pêşkêş kir ji herêmên ku ji aliyê YPG, YPJ, QSD’ê ve ji çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, an jî herêmên ku di Tîrmeha 2012’an de hêzên hikumeta Şamê jê hatin derxistin, pêk dihat.

Di demekê de ku raporên ji bajarê Efrînê yê ku 18’ê Adara 2018’an ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin, sûcên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê ji revandin, qetilkirin, destdirêjî û guhertina demgorafîk diyar dikin û dîsa jî raporên rêxistinên Neteweyên Yekbûyî van sûcan piştrasat dikin, Erdogan vê nexşeyê pêşkêş dike û dibêje ku dê herêmeke ewle lê ava bike. Lê dîsa li hemberî vê yekê tu kesî dengê xwe nekir û bi gotinekê be jî qedexekirina qirkirina kurdan red nekirin.

Piştî du hefteyan li ser pêşkêşkirina nexşeyê re derbas bûn, dewleta Trk û komên wê yên çete, êrişî herêmên Girê Spî û Serêkaniyê kirin. Êriş heman demê piştî erêkirina navneteweyî li ser qirkirina kurdan dest pê kirin. Di encamê êrişan de de dewleta Tirk her du herêmê dagir kirine, derdora 300 hezar sivîlên wê koçber kirin û tevahî rengên kurdîtiyê yên her du herêman îmha kirin, li şûna niştecihên resen kesên biyanî ji deverên cûda ku piraniya wan an çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra û malbatên wan in, lê bi cih kirin. Ev hemû li pêşiya çavê cîhanê û civata navneteweyî rû dan ku li hemberî bêdeng in.

Heman dîmen careke din lê bi rengekî cûda dûbare dibe. Beriya lidarxistina civîna 76’an a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Erdogan diyariyekê dide sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres. Diyarî kopiyeke “stûna kevir” ji cihê dîrokî Xirab Reşik “Gobekli Tepe” yê li Bakurê Kurdistanê ye ku Erdogan wekî mîrateyeke Anadolê dibîne. Guterres jî diyarî qebûl kir. Ev dîmen bêdengiya beşdarên civîna 74’an a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser projeya Erdogan a qirkirina kurdan tîne bîra mirov.

Tevî ku gelek lêkolîn li ser devera “Xirab Reşik” hene ku isbat dike ev dever beriya hatine tirkan li herêma Rojhilata Navîn di sala 1071’an de heye, tu kes behsa derewên Erdogan kiryarên wî yên talankirina dîroka kurdan nekirin.

Çi elaqeya Tirkiyê bi devera navborî heye ku beriya hatina tirkan heye? çima sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî diyariya Erdogan qebûl kir ku Tirkiyê bi xwe bi sedan parçeyên dîrokî li Efrîna dagirkirî dizîye û bi dehan cihên din kolandine û çawa devera “Heskîfê” ya dîrokê bi hinceta avakirina bendava Ilisû wêran kir?

Qebûlkirina diyariyê tê wateya qebûlkirina qirkirinê. Çawa ku NY’yê beriya du salan qirkirina kurdan erê kir, helwesta wê niha jî nehatiye guhertin, lê belê di pêkanîna planan qirkirina kurdan de ya ku sala 1923’an de ketiye pratîkê israr heye.

Ev yek careke din îsbat dike ku Komara Tirkiyê bi cûdabûna partiyênn ku desthilat serwer kirine projeyeke mêtîngerî li hermê ye, erka wê ya sereke tesfiyekirina pergalên dij kapîtalîzim û hêzên mêtînger e. Tirkiyê roleke sereke di rêgirtina li ber belavbûna sosyalîzmê li herêmê lîst. Piştî salekê ji ragihandina Îsraîlê di 15’ê Gulana 1948’an de, Tirkiyê dewleta yekemîn bû ku sala 1949’an îtîraf pê kir, di encamê de roleke sereke di tesfiyekirina doza Filistînê de lîst. Îro jî rola xwe di qirkirina Kurd û Ereb ên azadîxwaz de temam dike. Bê guman rêxistina Neteweyên Yekbûyî rewabûnê dide planên qirkirina gelên azadîxwaz.

ANHA

Sinews03

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.