Misir hûrguliyên şêwir û dan û standinên bi Tirkiyê re eşkere kirin û got, mijarên hatine nîşqaşnkirin girêdayî dosyayên Lîbya, rojhilatê Deryayê Spî, Sûriyê û Iraqê bûn.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Misirê ku îro parve kiriye: “Piştî du rojan ji nîqaş û dan û standinên di navbera şandeyên Misir û Tirkiyê de, ku li Qahîra bi serokatiya Wezîrê Derve balyoz Hemdî Sened Loza û cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê balyoz Sadat Onal, hatin kirin, nîqaş zelal û kûr bûn, behsa dozên dualî û dozên herêmî, bi taybet rewşa Lîbya, Sûriyê, Iraq û girîngiya pêkanîna aştî û ewlehiyê li herêma rojhilatê Deryayê Spî hatin kirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku her du alî dê encamên vê tora dan û standinan û lihevkirinên li ser gavên pêş binirxînin.
Duh li avahiya Wezareta Karên Derve ya Misirê şêwirên misirî-tirkî dest pê kirin, ku ya yekemîn e piştî 2013’an ku her du aliyan gelek dosyayan girêdayî bidawîkirina nakokiyan û destpêkirina normalîzekirina têkiliyan, nîqaş kirin.