Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî, têkildar şewata li nexweşxaneya Îbin El-Xetîb a li Bexdayê, piştgiriya xwe ji Iraqê re nîşan da û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.
Der barê şewata li nexweşxaneya Îbin El-Xetîb a li paytexta Iraq Bexdayê de ku di encamê de zêdetirî 82 kesan jiyana xwe ji dest da û 110 kesên din jî birîndar bûn, Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî bi postekê ku ser rûpela xwe tiwîtterê weşand got:”Me bi xemgînî bûyera bi êş a li nexweşxaneya Îbin El-Xetîb a li Bexdayê bihîst, li ser vê yekê em piştgiriya xwe ya ji Iraqê re nîşan didin, sebir û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfaaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.”
Li gorî raporan li beşê lênihêrîna giran tûpeke oksîjenê teqiya, di encamê de şewat derket.
Berpirsên Xizmeta Awarte got, gelek nexweş ji ber qutbûna oksîjenê li ser wan mirin û yên din ji ber dûmanê xeniqîn.
(eh)
ANHA