Meclisa Leşkerî ya Suryan tîma rêxistina Free Burma Rangers li ser destekdayîn û piştevaniya wê ji gelên herêmê re digel êrişên bênavber ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, xelat kir.
Merasîma xelatkirinê li Akademiya Şehîd Aka Marbîşo bi beşdariya tîma Free Burma Rangers, berdevkê QSD`ê Aram Hena, berdevkê hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena û endamên Meclisa Leşkerî ya Suryan li dar ket.
Di merasîmê de berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena spasnameyek li ser wê navê “Meclisa Leşkerî ya Suryan” hatiye nivîsandin pêşkêşî berpirsê tîma rêxistinê David U Bank kir.
Berdevkê hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena armanca xelatkirina rêxistinê diyar kir û got: “Ji ber ku li xetên şer destek dan QSD`ê û piştgiriya pêkhateyên herêmê kirin, me ew xelat kirin.”
Berdevk Matay Hena ev li gotina xwe zêde kir: “Di êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê de, rêxistina Free Burma Rangers alîkariyeke mezin kir. Rêxistinê li herêmên hawiza Xabûr, Til Temirê ve alîkariyên leşkerî û tibî kir, birîndar ji eniyên şer vediguhastin nuqteyên tenduristî.”
Berpirsê rêxistinê David U Bank li ser spasnameyê, spasya QSD`ê û Meclisa Leşkerî ya Suryan kir û wiha got: “Erka me piştgiriya pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, hewl bidin kesên bindest serbest berdin û piştgiriya azadiya li herêmê bikin.”
Artêşa Tirk a dagirker 3`yê Mijdara 2019`an karwanekî rêxistina Free Burma Rangers a amerîkî di navbera gundên Reşîdiyê û Qasimiyê yên navçeya Til Temirê hedef girtibû û du endam birîndar bûbûn.
Her du endamên birîndar rakiribûn nexweşxaneya Til Temir, lê endamê bi navê Zaw Sang(37) ê ji Taylanda jiyana xwe ji dest da.