DOLAR
9,2838
EURO
10,7640
ALTIN
525,86
BIST
1.413
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Çok Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Çok Bulutlu
Salı Parçalı Bulutlu
24°C
Çarşamba Az Bulutlu
23°C
Perşembe Az Bulutlu
24°C
Cuma Az Bulutlu
25°C

​​​​​​​Li rojhilatê deryaya Spî..sewqiyetên leşkerî û zêdegaviyên Tirkiyê, gelo li ber derî şer heye?

​​​​​​​Li rojhilatê deryaya Spî..sewqiyetên leşkerî û zêdegaviyên Tirkiyê, gelo li ber derî şer heye?
03.09.2020
0
A+
A-

Tirkiye ji aliyekî ve û Fransa û Yewnanistanê ji aliyekî din ve hêza xwe li herêma rojhilatê deryaya Spî zêde dikin. Lê belê Erdogan ji gefên xwe yên berê paşde vekişiya û daxuyand ku ew ji diyaloga bi Yewnanistanê re amade ye. Şîrovekar dibînin ku Erdogan nikare bikeve şerekî leşkerî û tenê siyaseta xwe ya şantajê dimeşîne da ku beşdarî maseya dan û standinan bibe.

Paşvekişandina Erdogan piştî hişyariyên ku berpirsê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell ên têkildarî rawestandina Enqerayê binpêkirinên xwe li herêma aboriyê ya Yewnanistanê û vegera li dan û standinan, pêk hat.

Li ser wê yekê, yekser wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu bersiva bangewaziya YE`yê da û diyar kir ku piştî redkirina gelek caran, niyeta Tirkiyê heye ku dan û standinan bi Atînayê re pêk bîne. Çavûşoglu her wiha îdiyayên wan ku mafê wan ê lêgerîna li gazê li girevên Yewnanistanê heye, derewand.

‘NIYETA EWROPAYÊ YA FERZKIRINA CEZAYAN HEYE’

Beirya ragihandina Tirkiyê ku ew ji diyalogê re amade ye, Erdogan ragihandibû ku çalakiyên lêgerîna li gazê li rojhilatê deryaya Spî û erkên keştiyên “Erûc Reys”,”Osman” û keştiya “Cengîz Xan” dê heta 12`ê Îlonê dewam bikin. Li hemberî îsrara Tirkiyê ya berdewamkirina binpêkirinên li rojhilatê deryaya Spî, Ewropayê bi rêya niyeta xwe ya ferzkirina cezayan û tevgerên Fransa-Yewnistanê yên pêşîgirtina planên Tirkiyê li deryaya Spê, bersiveke hişk da.

“CHARLES DE GAULLE” BER BI ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ VE HAT ŞANDIN

Li gorî rojnameya “BoldMedya” ya Tirkî, piştî şandina Fransayê keştiya bi navê “CHARLES DE GAULLE” ku giraniya wê 42 hezar û 500 tone ji rojhilatê deryaya Spî re ku tê de barhilgira balafiran a bi dirêjahiya 261 metre û gelek keştiyên noqav û balafirên şer ên ji cureya )Dassault Rafale( hene, Tirkiyê metirsîdar bû.

‘KEŞTÎ Û NOQAVÊN YEWNANISTANÊ’

Di heman demê de, Yewnanistanê hejmareke mezin a keştî û noqavan şand deryaya Spî û deryaya Îcayê. Her wiha hêzeke deryayî ya zêde şand girevên nêzî girevên girêdayî Tirkiyê, da ku di dema rûdana şer de biparêze. Yewnanistan hewl dide di vê demê de balafirên şer ên Fransî yên ji cureya “Rafale” bikire da ku pê bersiva binpêkirinên Tirkiyê li rojhilatê deryaya Spî bide.

‘TIRKIYÊ LI SER ERDÊ PAŞDE VEDIKIŞE, LÊ ŞERÊ LI SER RAGIHANDINÊ DEWAM DIKE’

Tevî ku Tirkiyê li ser gefên Ewropayê paşde vekişiya jî, lê serokkomarê Tirk hewl dide siyaseta xwe rast nîşan bide, ku dibe ji ber wê siysetê Tirkiyê bikeve tecrîdeke navneteweyî û welat bi şer ve bibe. Erdogan dest bi hemleya xwe ya belavkirina derewan û propagandeya komployên li dijî Tirkiyê kir. Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî xwe ji bo wê erkê bi kar anî, da ku bi hastên gel bilîze û piştgiriya gel ji bo derxistina şer li rojhilatê deryaya Spî bigire.

Çapemeniya Tirkiyê bi rêya gelek rojnameyên wekî “Anadol, TRT`ê, Akşam,milat” û hin rojnameyên muxalêf wekî “Yeni Akit, Yeni Çag, Cimhuriyet” ji bo ragihandina şer bi kar anî. Wan dezgehan li hemberî tevgerên Yewnanistanê û sewqiyetên leşkerî yên Fransyê, atomsfereke bi tirs di nava gel de ava kir. Televizyona Tirkiyê jî dest bi hevrûkirina di navbera artêşa Tirkiyê û artêşa Yewnanistanê kir.

Tirkiyê Yewnanistanê bi sewqiyeta leşkerî li gelek giravên deryaya Îcayê û di nav de girava Meys a Yewnanistanê, tewanbar dike. Tevî ku Tirkiyê dest bi xurtkirina hêza xwe li girevên girêdayî Yewnanistanê kiribû, her wiha hêzên deryayî yên Tirkiyê gelek caran hêzên deryayî yên Yewnanistanê şantaj kiribû û di ava wan de çalakiyên lêgerînê pêk anîbûn, ku bi wê yekê gelek lihevkirinên navneteweyî yên wê herêmê wekî herêmeke bê “çekên giran” dihêlin, bin pê kir.

Li gorî hin rojnameyên Tirkiyê, Yewnanistanê bi rêya keştiyeke veguhestina turîzman hêzên çekdar şand gireveke 2 km dûrî beravên Tirkiyê û 580 km dûrî dûrî beravên Yewnanistanê yên sereke. Ev yek ji sedemên sereke yên nakokiyên her du welatan e. Atîna dixwaze ku gireva biçûk ber bi aliyê xwe ve bikişîne, Tirkiyê jî wê yekê wekî dorpêçkirina beravên Tirkiyê bi nav dike.

Îtalya, Fransa, Başûrê Qubirusê û Yewnanistanê ragihandibûn ku dê hemwextî çalakiyên Tirkiyê yên lêgerîna li gazê li herêma rojhilatê deryaya Spî, perwerdeyên leşkerî yên hevbeş li heman herêmê dest pê bikin.

‘PROJEYEKE MÊTÎNGERIYÊ YE’

Têkildarî mijarê, nivîskarê û rojnamevanê Misirî Mehmûd Besiyonî ji ANHA`yê re wiha got: “Partiya AKP`ê xwedî projeyeke mêtîngerî û çavnebariyên di dewletên cîran û xêr û bêrên wan de ye, nexasim li rojhilatê deryaya Spî.”

Besiyonî wiha berdewam kir: “Ev yek di gelek twittên parlamanterê AKP`ê Mêtîn Gilonk ên girêdayî Tirkiyêya Mezin de diyar bû. Tirkiyêya Mezin rûberên berfireh ên li bakurê Yewnanistanê, girevên rojhilatê deryaya Îcayê, nîvê Bolgaristanê, Qubirusê û Ermenistanê û herêmên berfireh ên Corcistanê, Iraqê û Sûriyê digire nava  xwe. Tevgerên wê li kendavê û bakurê Afrîkayê jî hene û hêzên wê yên leşkerî li Qeter û Lîbyayê belav dibin. Her wiha hewl dide li gelek dewletên Afrîkayê baregehên leşkerî ava bike. Ji bo wê yekê bi gelek endamên rêxistina koma Îxwan Mislîmîn re hevkariyê dike, ku li hin welatan ew rêxistina terorîst cihê xwe di desthilatê de digire.”

Besiyonî wiha pê de çû: “Projeya Mêtîngeriyê ya Tirkiyê, redkirina hişyariyên navneteweyî, berdewamkirina çalakiyên xwe li rojhilatê deryaya Spî û paşguhkirina peymanên diyarkirina sînorên deryayî, sedema zêdebûna strêsa di navbera Tirkiyê û Yewnanistanê de ye. Her du welat jî endamên NATO`yê ne, her wiha Yewnanistan endama YE`yê ye. Li ser vê esasê, Fransa û Almanyayê piştgirî dan Yewnanistanê. Yekitiya Ewropayê jî hewl dide ku cezayan li Tirkiyê ferz bike.”

‘TIRKIYE JI ŞER DITIRSE, LÊ DI HEMAN DEMÊ DE LI PAREKÊ DIGERE’

Nivîskar û rojnamevanê Misirî piştrast kir ku dê ji ber çavnebariyên Tirkiyê û projeya wê ya dagirkeriyê, şer berdewam bike.

Mehmûd Besiyonî her wiha rûdana şerekî çekdarî dûr xist û got: “Bawer nakim ku şerekî çekdar rû bide, ji ber ku Tirkiye ditirse ku hemwextî aloziyên aborî û siyasî yên hundirîn bikeve şerekî çekdarî jî. Lê belê dê siyaseta xwe ya zêdegaviyên leşkerî berdewam bike, da ku aliyan ber bi maseya dan û standinan ve bikişîne. Erdogan her tim di destwerdanên xwe li şerên herêmê de vê siyasetê bi kar tîne. Her wiha hewl dide di dan û standinan de cih bigire, parekê bi dest bixe û piştî têkçûna hikumeta wî di çareserkirina aloziya aborî ya li welêt, raya giştî ya Tirkiyê bi wê pare (destkeftiyê) bêdeng bike.”

(cx)

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.