DOLAR
12,4902
EURO
14,1332
ALTIN
720,04
BIST
1.776
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sağanak Yağışlı
14°C
Diyarbakır
14°C
Sağanak Yağışlı
Pazartesi Parçalı Bulutlu
16°C
Salı Parçalı Bulutlu
17°C
Çarşamba Gök Gürültülü
13°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
12°C

​​​​​​​Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê: Em xwîna şehîd Şukrî Serhad li erdê nahêlin

17.09.2021
0
A+
A-

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, têkildarî şehadetxistina Şukrî Serhad ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyaniyek da û soza tolhildana şehîd Şukrî û hemû şehîdên şoreşê da.

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê têkildarî qetilkirina endamê xwe Yasîn  Bûlût (Sukrî Serhad) ê îro li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate qetilkirin, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Komîteyê wiha ye:

“Di dîroka têkoşîna 40 salî ya Tevgera Azadiya Kurd de, her kêliyê hêza ku ji şehîdan digire bi wê baweriyê hebûna xwe parastiye. Rastiya şehîdên ku di şexsê PKK’ê de tên jiyîn, ji roja guleya yekem teqiyayî heta îro, ji bo çirandina tarîtiya mêtingeran li gelan kirî, ji bo azadiya gelan û siberoja wan bûne sparteka herî xurt a xwe pê ragirin. Mîna ku Rêber Apo gotî; ‘Pîrozî û cidiyeta dozekê ji xwîna ku tê rijandin tê pîvan. Dozên ku şehîdên mezin nedin, bi qasî ku serketin ne mimkûn jî be, ewqasî jî nirx ji bo wê nayê dîtin.’ Ji bo vê PKK Partiya Şehîdan e. Wê ev rastî mêtingeran di tarîtiya dîrokê de bin ax bike.

Dewleta TC ya faşîst bi êrîşên xwe yên berfireh tesfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku li pêşberî kiriyarên xwe yên mêtingerî asteng dibîne dike armanc. Ji ber vê bi rêbazên şer ên dermirovî û qirêj ên di dîrokê de weke wê nehatiye dîtin, êrîşê Tevgera Azadiya Kurdistanê dike. Tevger û xeta PKK’ê ya ku ew 40 salin bi têkoîşîna roj bi roj û nefes bi nefes nirx afirandî û bi gelê Kurd dayî qezenckirin, îro jî bi êrîşan re rû bi rû ye. Hêzên hegemonîk ku bi komploya navnetewî nekarîn bigihîjin armancên xwe,  dewlet-netewên faşîst ên li herêmê û hevkarên herêmî dest ji tasfiyekirina tevgera azadiyê ya ku li ser bingehê xeta Apoyî têdikoşe û li ser vê esasê ji pêşxistina her cûre êrîşên bîrdozî, çandî û leşkerî ne berdane.

Dewleta TC ya faşîst ku nêzî 5 mehin li hemberî berxwedana dîrokî ya gerîla nekariye encam bigire û roj bi roj binketina wê mezintir dibe, vê carê  hewl dide ku bi pêkanîna êrîşên qirêj yên bi destê hevkaran li ser Başûrê Kurdistanê encam bidest bixe. Her dawî hevalê me Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukru Serhat) ê ku ji roja destpêkirina têkoşînê heya nefesa xwe ya dawî ji xeta Apoyî derneketiye û bêyî rawestanê bizane hebûna xwe ji bo azadiya gelê Kurd feda kir û her kêliya xwe bi hewldanê derbas kirî bi êrîşîeke xayînane li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê şehîd kir. Hevrêyê me Şukru yê xwedî kedên mezin e û nirxên mezin afirandî di dilê gel de cihê ku heq kirî bidest xistiye. Em hevalên wî yên têkoşînê, emê mîrateya ku wî ji me re hiştî bi rumetekî mezin heya bi serketinê bibin. Bila were zanîn ku di şexsê hevrê Şukru de wê tola hemû şehîdên me yên şoreşê were hildan û xwîna ku ji bo azadiya gelan rijandinî wê li erdê nemîne. Carekî din em sersaxiyê di serî de ji malbata Bûlût, ji hemû gelê Kurd re dixwazin.”

PKK: Dewleta Tirk û nokerên wan hevalê me Şukrî Serhad(Yasîn Bûlût) qetil kir

Şukrî Serhad(Yasîn Bûlût)

PKK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk hevrêyê wan Yasîn Bûlût (Şukrî Serhat) bi rengekî hovane qetil kiriye. PKK`ê bang li hemû partiyan û kesayatan kir ku helwesta xwe nîşan bidin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê bi sernavê “Daxuyaniya lezgîn ji bo raya giştî” daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Rêxistina kontra ya dewleta Tirk a faşîst MÎT û kontrayên noker ên ser bi wan ve, du roj in li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê êrişî welatparêzên Kurd ên Bakurî û hevalên me dikin. Dewleta Tirk a kujer û nokerên wan îro (17.09.2021) serê sibehê hevalê me Yasîn Bûlût (Şukrî Serhat) li Silêmaniyeyê ku ji bo tedawiyê lê bû, li ber mala ku lê dima bi rengekî hovane qetil kir. Hevalê me Yasîn Bûlût serê sibehê ji malê derket ji bo biçe nexweşxaneyê. Di vê kêliyê de kontrayekî Tirk ji pişt ve nêzî wî bû, lê da û ew şehîd xist. Ev kuştina bi hovane ne tenê êrişek li dijî me ye, êrişek li dijî tevahiya xelkê Başûr û aramiya Silêmaniyeyê ye.

‘RÊZEKUŞTIN HATE PLANKIRIN’

Rojek beriya vê kuştina hovane, heman hêzan li kargeha wî li welatparêzê Kurd Ferhat Bariş Kondû xistin ku Kondû penaberekî siyasî yê Bakurî ye. Rûdana van herdu bûyeran li pey hev, nîşan dide ku Erdogan ê faşîst û rêxistina wî MÎT’ê bi rengekî plankirî dest bi rêzekomkujî û kuştinên siyasî kiriye. MÎT a Tirk li vê derê ewçend bi hêsanî û serbest terora dewletê ya daîmî dike. Ji ber vê yekê jî di serî de hikumeta Başûr divê berpirsyarên herêma Silêmaniyeyê tavilê daxuyaniyeke lezgîn bidin û tedbîrên pêwîst hemûyan werbigirin. Ev êrişa hovane li dijî xelkê me yê Silêmaniyeyê ye, li dijî aramî û ewlehiya vî bajarî ye. Eger dewleta Tirk a faşîst dikare ku li her parçeyekî Kurdistanê komkujiyan bike, ev yek li me Kurdan ferz dike ku bi lezgînî helwesteke hevpar nîşan bidin û tedbîran werbigirin. Eger li hemberî van komkujiyan helwest neyê nîşandan, kujer tavilê neyên girtin û neyên teşhîrkirin wê komkujer hêzê ji vê yekê werbigirin.

BANGA LI GEL Û PARTIYAN

Em Tevgera Azadiyê ji bo têkoşîna ku hevalê me ji bo gelê Kurd dayî, li keda 40 salan û hewldana wî bi xwedîderketina li bîranîna wî têkoşînê geş bikin û bersivê bidin. Hevalê me yê 64 salî bi salan ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi ruh û can xebitiye û bi şoreşgerên wiha re ku di vê rêyê de şehîd bûne, xebitiye. Hevalê me Yasîn Bûlût (Şukru Serhat) ku li gel temenê wî zêde bû jî û nexweşiya xwe jî ev kedeke mezin daye, herî dawî dema ku nexweşiya wî lê giran kirî, ji bêgavî çûye Silêmanî, li wir xwestiye ku tedawî bibe. Lê dewleta Tirk a faşîst ji ber ku ji bo her Kurdî fermana kuştinê daye, li naverasta kuçeyê êrişê dibe ser mirovên nexweş û qetil dike. Gelê me bi rengekî ku layiqî têkoşîna hevalê me Yasîn Bûlût be divê li şehadeta wî xwedî derkeve. Di serî de gelê me yê welatparêz ê Başûr, em bang li hemû partiyan û kesayatan dikin ku helwesta xwe nîşan bidin, xwedî li şehîd Yasîn Bûlût derkevin û bibin xwedî helwest. Em tevger dev ji vê rûdanê naqerin û em ê li bîranîna hevrêyê xwe xwedî derkevin.”

ANHA

Sinews03

ETİKETLER: , , ,
Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.