DOLAR
9,6155
EURO
11,2367
ALTIN
554,31
BIST
1.480
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
27°C
Diyarbakır
27°C
Az Bulutlu
Pazartesi Az Bulutlu
24°C
Salı Az Bulutlu
21°C
Çarşamba Az Bulutlu
22°C
Perşembe Az Bulutlu
23°C

​​​​​​​Karayilan: Ruhê fedayî yê 15’ê Tebaxê îro xurtir bûye, serwer bûye

15.08.2021
0
A+
A-

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan: “Bextewar in ku bi berxwedana Garê bi serketina Garê, bi berxwedana Avaşîn, Zap û Metîna salvegera 37’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin. Êdî gerîla di sala 38’emîn de wê hîn bêhtir karibe rol bilîze û bibe bersiv.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivî. Karayilan têkildarî van xusûsan ev nirxandin kir:

Ez di destpêkê de 37’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê li Serok Apo, li tevahiya gelê Kurdistanê, li malbatên şehîdan li dostên gelê Kurd û li tevahiya heval û xebatkaran pîroz dikim. Di têkoşîna sala 38’emîn de ji bo her kesî serketinê dixwazim. Bêguman ev pêngav û ev roj bi xwîna şehîdên qehreman hatiye xemilandin. Ger ku ev roj bûye rojek pîroz em heta îro li ser wan hîmî hatine, em deyndarê şehîdan e. Em tevahiya şehîdên şoreşê di şexsê fermandarê nemir hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) de bi bîr tînim. Me soza ku dane wan em careke din dubare dikin. Em ê di rêya wan de bin, di xeta wan de bin. Em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin. Bîranîna wan di bilindkirina têkoşîna azadiya Kurdistanê de di meşa azadkirina Rêberî û azadkirina Kurdistanê de bidin jiyîn.

Pêngava 15’ê Tebaxê bi komeke biçûk dest pê kir. Kom biçûk bû lê dilê xwe, baweriya xwe mezin bû, çavkaniya xwe ya mezin baweriya xwe bû, îdeolojiya Apogerî bû. Ji xwe 15’ê Tebaxê weke ruhek, weke rêbazekê bi pêş ket. Ruhê serketinê, rêbaza encamgirtinê afirî. Em ji wê demê heta niha li ser wî şêwazî tevdigerin. Îdeolojiya ku Rêber Apo bi pêş xist, bi mirovan re kelecanê çêdike, beşdarbûnê çêdike, baweriyê ava dike. Li ser wî esasî destpêkê bi pêşengiya hevrê Mazlûm Dogan, Ferhat Kûrtay, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûşan de li zindana Amedê berxwedan bi pêş ket. Hat gotin ‘Berxwedan jiyan e’. Ji bo doza xwe xwe feda kirin. Di şert û mercên herî giran de şêwazê encamgirtinê afirand. Ev di destpêkê de li zindanan rû da, dûre jî bi pêşengiya hevrê Egîd de li çiyayên Kurdistanê bi Pêngava 15’ê Tebaxê kete meriyetê. Ruheke, tarzeke, bawerî ye. Kaniya hêza xwe ev e, baweriya îdeolojîk, baweriya doza azadiya Kurdistanê ye.

Hemû hêzên heyî li Rojhilata Navîn, hem yên dewletan hem yên partiyan maeş digirin, mûçe digirin. Gerîla ti maeşî nagire. Gerîla her tiştê xwe dide doza xwe. Hîmê xwe bawerî ye. Li nava gerîla maddiyat nîne, maddiyat hatiye rakirin. Manewiyat esas e. Mirov ji bo doza pîroz, azadî, demokrasiyê, wekheviyê, paşerojeke bedew jiyana xwe datîne holê. Gerîla li ser vî hîmî wisa bi pêş ketiye, hêza xwe, baweriya xwe ye. Mesela, wexta DAÎŞ nû derket, pir heybetek, tirsek çêkir. Gelek hêz nekarî li ber bisekine, hîn nehatibû ew ji ber dikişiyan. Wisa xofeke mezin çêkir, hêzên dewletan, hêzên cûrbecûr rêxistin ji ber kişiyan. Mînak ji Mûsilê heta Mexmûrê 22 bajarok hene, hatin, kesî guleyek jî neavêt.

BERÊ TECRÛBEYA ME YA ŞER TUNE BÛ

Tenê gerîlayên PKK’ê li Mexmûrê derkete pêşiya wan. Mudaxeleyê Şengalê wisa ye, şerê Kerkûkê wisa ye, yê Kobanê wisa ye. Yanî bi bawerî seknek bêguman bi hêz re cesaretê çêdike. Wisa dikare bibe hêzeke şerê neketî. Niha gerîla neketî ye. Çiqasî heta dek û dolab gerandine, komplo çêkirine, operasyon kirine, gotine ’emrê xwe ewqas maye’, dorpêç kirine lê belê gerîla neketiye. Ji ber ku gerîla rêbaza li ser dimeşe, hem bîr û baweriya xwe hem jî terzê gerîla, taktîk şêwazê gerîla afirînerî, mirov bi kar tîne. Ev rê nade ku gerîla têk biçe. Gerîla li ser vî hîmî xwe manewî xurt dike, kûr dike. Yanî cewhera xwe ya esasî ev e. Berê hêza me tenê îdeolojiya me bû. Yanî ewqasî tecrûbeya şer tune bû. Ji şûnde di taktîkê de jî em pir ne kûr bû. Di teknîkê de hakîmiyeta me lawaz bû. Herçiqas me li Fîlîstînê perwerde dîtibû, asteke xwe hebû lê kûranî zêde nebû. Me li ser hukmê baweriyê têkoşîn dikir, şer dikir. Lê piştre hêdî hêdî me di warê taktîk, teknîk, hîn zêde amadekirina hêzê de xebat meşand.

Yanî li kêleka baweriyê bawermendiyê di mijarên pisporî, jêhatîbûna taktîkê û hakîmiyeta teknîkê de hewldanên me çêbûn. Bi taybetî ev çar salên dawî yanî ji 2018’an û vir ve me projeyê jinûve avakirinê xistin bin biryarê. Em dixwazin bi projeya jinûve avakirinê gerîlayê berê yê klasîk weke normal leşkerekî şer dike wî biguherînin. Di nava gerîla de performansê xurt bikin. Ku gerîla karibe li hemberî îstîxbarata dijmin û teknolojiya serdemê şer bike. Ev demeke dirêj e em bi vê re pir mijûl in. Li ser vê pir disekinin. Ev bîr û bawerî bi hêza me re heye, li kêleka wê pisporî bi pêş bikeve weke gerîlayekî profesyonel wê hingî bibe hêzeke ne tenê neketinê, wê bibe hêza serketinê. Em bi vê bîr û baweriyê li ser radiwestin.

Demên berê di nava dîrokê de egîdên Kurd hebûn. Her egîdekî karîbû bi 100-150 kesî. Ne tenê yê Kurdan, yê xelkê din jî hebûn. Samûray hebû, di çanda Ewropayê de Şovalye hebû, yanî leşkerên bijare hebûn û her yek dikarî li hemberî hêzên ji rêzê bi sedan kes şer bike. Em dixwazin niha gerîla wisa bigihînin. Yanî gerîla bibe egîdê demê. Li hemberî teknolojiya demê bi çi esasî tevbigere. Wisa bi taybet weke komên mezin tevgerkirin; berê boluk hebû, tabûr hebû, alay hebû. Ew wê car dî hebin, lê belê me rêbazeke nû afirand; rêbaza şerê tîmî yê pispor. Qadê bi dewlemendî bi kar tîne. Firehî û kûrehî bi kar tîne. Li ser erdê bi kar tîne, bin erdê bi kar tîne. Hêdî hêdî ezman bi kar tîne. Di çarçoveya pêşxistina hêzên hewayî yên parastinê de. Em dixwazin wisa gerîlayekî ku karibe li hemberî teknolojiya serdemê li ber xwe bide û bi ser bikeve biafirîne.

DIJMIN LI GEL PIŞTGIRIYA NATO’YÊ JÎ NIKARE LI HEMBERÎ GERÎLA BI PÊŞ VE BIÇE

Niha em di salvegear 37’emîn a 15’ê Tebaxê de ne, ketine sala 38’an. Di vê der heqê de bi astekê pêşwazî dikin. Em di vê mijarê de bextewar in ku bi berxwedana Garê bi serketina Garê, bi berxwedana Avaşîn, Zap û Metîna salvegera 37’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin. Ruhê fedayî yê 15’ê Tebaxê îro xurtir bûye, serwer bûye. Li gel vî ruhî, vî şêwazî em di taktîkê de weke dewlemendî û di teknîkê de hakîmiyet ku refek gerîla karibe bi sedan leşker, bi hezaran leşkerî têk bibe. Li hemberî wan karibe bibe hêza serketinê be. Niha em li ser vê radiweste. Bingeha xwe heye, bingeha fikir û ramanê Apogeyî ye, felsefeya Apogerî bi hêzên me re ruhê fedayî bi pêş dixe. Em niha dixwazin li kêleka wê bi xebatê tê meşandin pisporiyê, kûraniyê bi pêş bixînin. Di şer de karibe bi her babetî şer bike û bi ser bikeve. Bêguman tecrûbeya me ya 37 salan heye. Hîmê me, bingeha îdeolojîk, bawermendî heye. Tecrûbeya me ya taktîk û teknîk jî çêbûye. Ji bo wê em dibêjin êdî gerîla di sala 38’emîn de wê hîn bêhtir karibe rol bilîze û bibe bersiv.

Bi taktîk jêhatîbûna xwe, bi afirîneriya mirov, bêguman bi hakîmiyeta teknîkê wê karibe bibe hêzeke serketinê. Ev tenê ne ji bo gelê Kurd tiştekî hêja ye, ji bo gelê Kurd tiştekî pir hêja ye. Niha îro vaye mînak 112 roj in dijmin hîn jî nikare Avaşînê bigire. Ev ne tiştekî ji rêzê ye, li hemberî ewqas teknolojiyê, li hemberî ewqas derfetên NATO’yê ku ji bo dewleta Tirkiyeyê pêşkêş dike. NATO naxwaze artêşa Tirkiyeyê li hemberî gerîla têk biçe, lewma eşkere û veşartî bi her babetî destekê dide Tirkiyeyê. Tevî vê jî artêşa Tirkiyeyê niha li wê derê xitimiye û têk çûye. Bi esasî niha rewşa dewleta Tirkiyeyê li Avaşînê, Metîna û Zapê ji yê Garê xerabtir e. Li Garê berçav bû, bi xwe jî îtiraf kir ku têk çûn, lê belê yê li vê derê hîn îtiraf nekirine, wê wê jî îtiraf bikin. Ji ber ku gerîla li wir jî ji niha ve serketina xwe misoger kiriye. Wan encam negirtine.

Wan digot ku ’em ê di nava deh rojan de hemû herêmên Başûr ên ku me xwestiye em ê dagir bikin. Yanî kî dikare li hemberî Droneyên me bisekine, li hemberî teyareyên me bisekine, teknolojiyê bisekine’. Xwe serxweş kirin. Li hinek cihan hin encam jî girtin û xwe serxweş kirin. Lê belê niha li wê derê pozê wan bi erdê ve tê kişandin. Ev ne hêsanî ye. Yanî li hemberî wan êdî îradeyek heye. Îradeya fedayiyên gelê Kurd heye. Ji ber wê ew nikarin wisa her derê bigirin. Wisa nikarin biçin her derê û yekser bigirin. Bi teknolojiyê nikarin hemû encaman bigirin. Li hemberî wan îradeya gerîlayên azadiya gelê Kurdistanê, îradeya gelê Kurd heye. Em vê serketinê weke serketina tevahiya gelê Kurd dibînin. Ev ewladên gelê Kurd e, ji her çar parçeyên Kurdistanê ne. Heta heval û dostên enterasyonal, yên Ereb di nav de hene. Yanî ev berhemeke mirov e di şexsê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de îro li çiyayên Kurdistanê bilind dibe. Ev encameke ne tenê ji bo me, ji bo xelkên bindest ên li hember desthilatdarî û hegemonîzmê dixwazin tevbigerin, li ber xwe bidin ji bo wan hemûyan nimûneyeke mezin e, ku îradeya mirov dikare bersivê bide teknolojiya serdemê û têk bibe.

TI ELEQEYA ME BI ŞEWITANDINA DARISTANAN NÎN

Stratejiya dewleta Tirkiyeyê helandina Kurd e, ango qirkirina Kurdan e. Lê belê stratejiya wan li hemberî Pêngava 15’ê Tebaxê têk çû, encam negirt. Van şeş salên dawî di nava xwe de tifaq çêkirin, ji derve piştgirî girtin, teknîk girtin gotin em ê bi teknolojiyê bi ser bikevin. Şeş sal in şer dike, di wir de jî bê encam ma. Ji bo wê niha pêla şovenîzmê geş dikin. Dixwazin weke çawa di 1991-92-93’ê de di bin navê kuştinên kiryar nediyar de mirovên me li kolanan şehîd dikirin, niha jî bi şêwazekî dîtir weke faîlê eşkere. Yanî yekî dişîne, mesela em bêjin Denîz Poyraz şehîd kirin, her kesî dît. Li Konyayê çûn heft mirovên me qetil kirin. Yên ku ev kirin ne elemanên ji rêzê ne, yên ji aliyê faşîzmê ve hatine gihandine. Bi taybetî hatine gihandin û perwerdekirin.

Ev dijmin weke ji aciziya xwe êdî dest avêtiye xelkê Kurd. Ji bo gavê paşve bide avêtin, bitirsîne, wisa mirov bêje bên kuştin, li kolanan bên lînçkirin, bên lêxistin. Ev hemû bi plan in. Weke ku tê zanîn ne tenê li Îzmîr û Konyayê, mesela van sê çar mehên dawî li gelek deveran êrişî Kurdan kirin. Tenê ji ber Kurdbûnê êriş dikin. Dibêjin ‘hûn çima bûne hebûn, hûn divê tinebûna, hûn çima li pêş me asteng in’. Wisa bi bertek nêzîk dibin. Weke pêleke şovenîzmê ji aliyê Erdogan, Bahçelî ve bi zanebûn hatiye pêşxistin. Ev tiştekî bi zanebûn e, ji bo civakê bitirsîne, bipelçiqîne wisa karibe bi ser bikeve. Teslîm bigire û bike ya xwe. Ji ber ku dema mirov teslîm girt wê bike ya xwe. Niha daristanê wan têne şewitandin, dibêjin ‘we şewitand’. Ti eleqeya me bi daristanan re nîne. Weke tevger eleqeya me nîne, weke milet jî nîne. Lê belê ew wisa radigihînin. Çima wisa dikin? Ji ber ku ew bi zanebûn li Kurdistanê daristanan dişewitînin. Mesela li Kurdistanê ewqasî daristanan dişewitînin, rojekê kesî bihîstiye ku helîkopterek hatiye ji bo vemirandina şewatê? Berevajî, xelk dixwaze vemirîne, lê ew asteng dikin. Ji ber wê ew gumanan dike ku daristanê wan jî Kurd têne dişewitînin. Tiştekî welê nîne. Yanî sûcê xwe zanin, ji ber wê dibêjin muhtemelen wisa ye. Sedemê xwe ev e. Yanî wisa destnîşan dikin, wê dikin hacet û pê êriş dikin. Çi astengî ji wan re çêbibe dibêje PKK ye, teror in û dibêjin Kurd in. Carna dibêjin, ‘nebêjin Kurd’. Ji ber ku dixwazin Kurdan ber bi xwe ve bikişînin û tasfiye bikin. Dibêjin, ‘bêjin teror’. Ji hev re wer dibêjin. Yanî dijminatiyê li Kurdan dikin. Zexteke zêde heye.

ÇAPEMENIYA TIRK LEŞKERÊN DIMIRIN RANAGIHÎNE

Mesela her dibêjin me qedandiye, di hundir de wisa ew dikin. Yanî tim dixwazin li ser kuştina Kurdan, hejmara kuştinan didin her tim. Tim şerê dijî Kurdan civakê sor dikin. Wisa tevdigerin. Ew ê xwe nabêjin. Mesela niha şerek li Bakurê Kurdistanê heye, tenê ku şehîdên me hebin dibêjin. Yanî dibêjin me ewqas, du, yek şehîd kir. Wekî din nabêjin. Çend ji wan mirine nabêjin. Çalakî dibe nabêjin. Ez dikarim van du hefteyên dawî çalakiyên çêbûne bêjim. Mînak 27’ê Tîrmehê li Geverê nêzî qereqola Wargenima çalakiyeke gerîla ya pir serketî çêbû. Hat pîrozkirin. Herî kêm 6 leşker mirin, gelek jî birîndar bûn. Xelkê gundan bihîstin, dîtin. Ji xwe destpêkê wan agahî dan çapemeniyê. Dewleta Tirk li ser wê tiştek got? Na. Yanî negot bûyerek jî bûye. Tiştek negot. Car dî 30’ê Tîrmehê li Dersimê Xozadê qereqola Amûdka li ser çalakî çêbû. Kuştiyên dijmin çêbû, bi helîkopterên xwe kuştî rakirin. Yekser hevalan lê xist. Lê tiştek negotin.

Car dî 5’ê Tebaxê dîsa li Dersimê li Xozadê li nêzî qereqola Çakmaklî leşkerên li qadê bi cih kirin, hevalan êrişî wan kirin. Derbeke girîng lê xistin, kuştiyên xwe zêde çêdibin, li wir jî kuştî û birîndarên xwe radikin. Heval vê jî dibînin, lê qet qalê nekirin. Car dî herî dawî 6’ê Tebaxê li Wan Şaxê li gundê Şemanûs li wir hem stasyona Bazê destpêkê îmha dikin, dûre jî leşkerên ku ji bo wê tên dikin xefikê, li wir lê dixin lê derê jî 10 leşker dimirin. Tiştê ku gerîla bi çavên xwe tespît kiriye. Lê belê wan qet qal nekirin. Çima? Ji ber ku Suleyman Soylû ev çar sal in derewan dike dibêje ‘Me PKK li Bakur qedandiye’. Niha jî PKK li Bakur lê dixe, eger bibêje leşkerên me mir, raya giştî, xelk wê bêje ‘ma ne te got me bi dawî kiriye, nizanim 200 kes mane tenê, ev çawa dibe?’ Yanî dike derewê wan eşkere bibe.

Mesela tevlîbûn. Ciwanên Kurd dixwazin tevlî bibin, ciwanin hinekî amator in, digerin xwe didin der dixwazin tevlî bibin. Dikevin rê, kamera hene, îstîxbarat hene, sîxur çêkirine, wan di rê de digirin. Ewqas kes di rê de têne girtin. Ev nîşan dide ku hewldanên tevlîbûna li nava gerîla li nava ciwanên Kurd gelek e. Ew jî li hemberî vê îstîxbarat xistine dewrê, her digirin. Lê derkevin pêşberî çapemeniyê û dibêje ‘êdî tevlîbûn nabe’. Nizanim ewqas e, vê mehê ewqasî kêm bûye. Her wiha, gelo hemû tişt di bin kontrola we de ye ku hûn hejmara tevlîbûnê zanibin? Kê ji we re gotiye ku ewqas heye? Bi kurtasî her tiştî li gorî xwe eyar dikin. Çapemenî xistiye bin kontrola xwe û wisa hem civakê li ser şovenîzmê bi rê ve dibin, hem jî çalakiyên gerîla, çalakiyên gel qet nabêjin, ya jî ku bêjin berevajî dikin. Ev encama çi ye? Encama têkçûna siyaseta AKP-MHP’ê ye û têkçûna siyaseta mêtingeriyê ya li ser Kurdistanê ye.

GOTINA SOYLÛ YA ‘BI HÊSANÎ DERBASÎ IRAQÊ BIBE’ ASTA DAGIRKERIYÊ NÎŞAN DIDE

Îdîayên ku dewleta Tirk tenê ji bo PKK’ê êrişî Başûr dike dokûmanê xwe, belgeyê xwe çi ye? Di vê mijarê de ti belge hene? Tenê belge ew e îdîayê dewleta Tirkiyeyê ye. Tirkiye weke hevokeke taktîkî dibêje ‘ez tenê ji bo PKK’ê têm. Pirsgirêka min bi PKK’ê re heye’. Ti belgeyeke ku vê ispat bike nîne. Lê belgeyên berevajî vê zêde ne. Mesela tifaqa navbera AKP-MHP-Ergenekon û Vatan Partîsî, konsepta li ser bûye yek çi ye? Di wir de yek binere, mesele tenê ne PKK ye. Hemû destketiyên Kurd e. Yanî siyaseteke dijîtiya Kurd tê esasgirtin û di vê perspektîfê siyasetê de Kurdê azad û statuya Kurd ji bo wan xetere ye. Wisa dibînin. Mesela Erdogan berê got ‘me şaşiya li Bakurê Iraqê kiriye, me çavê xwe girt ku li wir statu çêbibe, em heman şaşiyê ji bo Sûriyeyê ango ji bo Rojava nakin’. Erdogan ne carekê tenê ev got.

Her wiha Erdogan beriya mehekê rexne li Serokê CHP’ê Kiliçdaroglû kir, got ‘tu ji Mîsakî Mîllî çi fêhm dike? Tu rexne dike çima em çûne Sûriyeyê, çima em diçin Iraqê. Tu ji Mîsakî Mîllî çi fêhm dike?’ Ango got ku ‘armanca me ya Mîsakî Mîllî pîroz heye, tu jî ji wê dûr e, ji wê fêhm nake’. Wisa rexne kir. Car dî beriya vê bi çendekê Suleyman Soylû wezîrê hundir hate Şirnexê li wir çi got? Got ‘ez hêvî dikim em ê di demeke nêz de ji vir bimeşin biçin Iraqê, ji wir bi meş biçin Sûriyeyê’. Yanî weke ku ji bajarekî Tirkiyeyê çawa biçe bajarekî dîtir ê Tirkiyeyê bi hêsanî bi meş biçin. Wisa got. Ev ne tiştekî welê ye ku ji nişka ve ji dev derket. Xuya ye dixwaze peyamekê bixe rojevê. Ji ber ku heman kes dûre çû Efrîna dagirkirin. Li Efrînê jî heman tişt got. Yanî çû ser Efrînê ya ku qirkirin lê heye, li wir sekinî, li wir jî heman tişt gotin. Ev hemû bi belge ne. Sefîrê li Bexdayê beriya wê hinek tişt gotin, heman tişt dianî ziman. Niha nîqaşa ‘sed salên peymana Lozanê biqede, êdî divê peymana Lozanê bi dawî bibe û em Mîsakî Mîllî bigirin, li me neheqî bûye’ tê kirin. Di vê mijarê de, di peymana Lozanê de di nava ti xalên peymanê de hevokek wisa nîne: emrê xwe sed sal e. Lê belê ew wisa şîrove dikin. Profesorê dîrokzanê yê Tirkiyeyê yê herî bi navdar Îlber Oltayli dibêje li gorî hiqûqa gerdûnî peymaneke navdewletî ku emrê xwe sed sal be ku aliyek li ber rabe, bêje em jinûve vê peymanê çêbikin ev peyman xera dibe. Em zanin ku niha gelek alî akademîsyen, nivîskarên Tirkiyeyê yên van pêlên şoven hemû vê her dixin rojevê, dibêjin ku piştî sed sal temam bibe divê em peyaman Lozanê fireh bike. Niha em bi vî rengî bêje şaş e; ev tapûya Tirkiyeyê ye êdî xerab nabe, xelas. Aliyekî Tirkiyeyê wisa dibêje, mesela aliyê Kemalîst dibêje ‘serketî ye’. Lê belê hîn beriya vê çendekî Erdogan got ‘Lozan ne serketî ye’. Yanî dibêje ‘Li Lozanê neheqî li me bûye, Mîsakî Mîllî mafê me bû, ji destê me hatiye girtin’. Ew niha amadekariya vê dikin.

GERÎLA 40 SAL IN LI ÇIYÊ ŞER DIKE, GELO QET XATIRÊ VÊ NÎNE?

Çima ji Başîqa dernakevin? Çima hewl didin Tirkmenên li Kerkûkê û deverên din geş bikin û birêxistin bikin. Hesabê wan heye. Yek ji bo vê yekê nebîne, divê ji aliyê siyasî ve kor be. Dema ku em vê dibêjin ne ku em îftirayê li Tirkiyeyê dikin, ya jî em reş dikin. Niha rastî wisa ye. Ez bawerim li Başûr ne tenê PDK heye, hemû partiyên din hene ew jî xwedî berpirsyar in, dişopînin. Her wiha saziyên sivîl hene, gelê me hişyar e beriya her tiştî pêvajoyê dişopîne. Gelek caran ji aliyê rayedarên Iraqê ve daxuyanî tên dayin. Niyeta Tirkiyeyê di bin navê PKK’ê de dixwaze esasen siyaseta xwe ya Mîsakî Mîllî ya Osmanî bi pêş bixîne. Eger ne ji PKK’ê bûya wê haceteke dî çêbikira. Ma ne ji bo Qibrisê hacet çêkir, got ‘li wir neheqî li Tirkan tê kirin, zilm heye’ û dest li Qibrisê werdan.

Heman tiştî dikarin ji bo Tirkmenan jî bibêje, Tirkmenên Kerkûkê. Bêje mesela ‘li wir zilm heye, neheqî heye, ez divê dest lê werdim’. Yanî dikare hacetan ji xwe re ava bike. Lê belê dewleta Tirk jî niha dibîne ku haceta herî baş ji bo wan PKK ye, ji bo nakokiyê di nava Kurdan de peyda bikin û wisa dibêje. Rast e hedefa yekem PKK ye, lê belê hedefa dîtir a duyem destketiyên gelê Kurd e. Hesabê xwe li ser Başûrê Kurdistanê heye. Kes nikare li ser vê heqîqetê, niyeta Tirkiyeyê ya qirêj bigire. Hewce nîne ku kes Tirkiyeyê paqij bike. Ew nabêjin PKK jî, ew dibêjin teror. Lê belê ji hemû Kurdan re dibêje terore. Tiştekî dî jî heye. Mesela tê gotin, ‘bila PKK ji vir derkeve’. Ji xwe vê Tirkiye dibêje. PKK 40 sal in li vir e, 3 hezar şehîdên xwe yên ji Başûr heye. Ewqasî dem li vê derê ye. Yanî yek li gorî hiqûqa Ewropayê ku 5 salan li welatekî Ewropayê bimîne mafê xwe heye ku bibe hemwelatî. Yanî heta niha em qet nebûne hemwelatî? Ev çawa dibe?

Hurmeta me ji hiqûqa hikumeta herêmê heye, ji sîstema wê re heye. Em vê bi dehan caran dibêjin. Me tiştekî wan xera nekiriye. Me biryarê hikumeta herêmê re her tim hurmet raber kiriye. Lê belê rastiyeke Kurdistanê jî heye. Me Kurdistan nekiriye çar parçe. Kurdistan çar parçe ye. Li ser sînor her tevgerên şoreşgerî çêbûne. Di dema xwe de yên Başûr jî li Bakur, Rojhilat çêbûn. Niha jî heye. Divê hurmet ji vê yekê re jî bê raberkirin, ne wisa? 40 sal in ev gerîla li ser serê çiyê ye. Yanî ne li ser rê ye, ne li gundan e. Li serê çiyê ye. Ma illehî divê biçe wan ji wir derxîne? Ma di vir de tiştekî neteweyî qet tune ye? Qey cihê xwe yê neteweyî tune ye? Ez bawerim hemû siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê, xelkê me yê Başûrê Kurdistanê van dibîne. Yanî ew gotina ‘Tirkiye tenê ji bo PKK’ê tê, eger PKK derkeve wê Tirkiye derkeve’, ev heqîqet çiye di vê xusûsê de her kes zane. Niha em derkevin, gelo wê Tirkiye derkeve?

YÊ KU TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ LI ME FERZ DIKE, DEWLETA TIRK E

Ya dî jî pir caran tê gotin, ‘Ji ber PKK’ê gelek gund nehatine avadankirin’. Niha em vê zanin, gelê me bi taybetî li Behdînanê li Bradostê ji bo têkoşîna azadiya Bakurê Kurdistanê zehmetî dikişîne, zorê dikişîne. Bombardûman li wan tê kirin, şehîd dane, malê xwe milkê xwe zerar dîtiye. Haya me ji vê heye û em zanin ku gelê me yê zor û zehmetî kişandiye bertekekî xwe yê wisa nîne. Ev gotin siyasî ye. Gelê me yê ku zehmetiyê dikişîne heye. Lê belê bi qasî ku tê qalkirin, ‘bi sedan gund, 800 gund ji bo PKK’ê nehatiye avakirin, vala bûye’. Ez jî dipirsim; gundê Sêmêlê, gundên derdora Duhokê ma li wê derê jî PKK heye, ew jî nehatine avakirin. Ew jî vala ne. Siyasetek heye. Yanî siyasetek xebatê gund dimiçiqîne heye, ji ber wê gelek gund nehatine avakirin. Ji bo me jî, yanî şer heye, êrişên dewleta Tirk heye, bombardûman heye, ji ber vê jî zehmetî û zorî ku ehlê me, xelkê me dikişîne em zanin, haya me jê heye. Gelê me baş zane ku em weke PKK di bin barekî giran de ne, di şer de ne, Serokê me dîlgirtî ye, li ser zilm heye, êşkence heye, deh hezar mirovên me, kadroyên me, dilxwazên me li zindanan di bin zilmê de ne, li zindanan niha grev heye, li her derê li kolanên Tirkiyeyê li Kurdistanê li ser gelê me zilm heye, mirovên me li kolanan tên kuştin. Em li hemberî vê zilmê li ber xwe didin. Em bi kêfî tiştekî nakin.

Em dixwazin pirsgirêka Kurd bi aştiyane çareser bibe, ne bi şer. Lê belê li hemberî me dewletek heye ku dixwaze ilehî bi kuştinê bi şer çareser bike. Serok Apo got, derfetê ji min re ava bikin ez ê di hefteyekê de çareser bikim. Baş e, madem ku PDK wisa dibêje, madem ku dewleta Tirk dostê PDK’ê ye, bila bêje, vaye çareseriya meseleyê heye, çareser bike bi siyasî. Ev jî rastiyeke. Heta dewleta Tirk Kurdê nav xwe nasnameya wan qebûl neke, ti carî Kurdê derveyî sînorê Tirkiyeyê re dostaniyê nake, dostaniya rastî nake. Dostaniya xwe tev taktîkî ne, ji bo bikaranînê ye. Eger Tirkiye bi rastî jî dilsoz be bi dostaniyê re, divê berê Kurdên nava xwe qebûl bike, wê çaxê mirov dikare bêje ku bi Başûrê Kurdistanê re dost e. Na. Niha tenê ji bo tasfiyekirinê têkiliyê dimeşîne. Ev tiştekî taktîkî ye. Wê çaxê dikare hemû siyaseta Başûrê Kurdistanê, hemû partî bi hev re bêje; dewleta Tirkiyeyê çima hûn gundên me bombardûman dike, em şermezar dikin. Dikarin bêjin. Eger ku niha mesela PDK, hikumeta herêmê li dijî van kiryarên Tirkiyeyê bi eşkere helwestê nîşan bide wê raya giştî jî helwestê nîşan bide û Tirkiye jî wê nikaribe ewqasî destdirêjiyê bike, her roj li derdora gundan bixe. Heta gundiyên me diçin ji bo kehrebeya xwe çêbike, ji bo aqarê xwe av bidin dîsa teqe lê dike. Wê hingî nikaribe bike. Em xwe li hemberî Tirkan bikin îrade, gelê me xwe bike îrade wê nikaribe van tiştan bike. Yanî dikarin bêjin pirsgirêka PKK’ê dikare bi çareserkirina pirsgirêka Kurd çareser bibe. Bila were bi siyasî çareser bikin. Bila vê bixwazin ji Tirkiyeyê. Bila bêje bi leşkerî ev çareser nabe, bi kuştina Kurdan nabe, bi kuştina zarokên Kurd ev mesele çareser nabe. Hûlûsî Akar her roj hejmaran dibêje, dibêje min 18 hezar kuşt, wiqas min kuşt. Yanî bi kuştinê dixwazin biçin encamê. Her Kurdek, her demokratek divê li ber vê siyaseta hov rabe. Hêviya me ji siyaseta tevahiya Başûr ev e ku helwesteke wiha nîşan bide. Em bawer dikin ku gelê me bi van tiştan zane û dişopîne. Em îro bi kêfî vî şerî nakin. Li ser me, li ser gelê me êriş hatiye, li ser Başûrê Kurdistanê polîtîkayeke dijmin heye em li hemberî vê bêdeng namînin, em li hemberî vê li ber xwe didin. Ev berxwedan berxwedaneke neteweyî ya hemû gelê Kurd e.

EM LI BENDA PDK’Ê NE KU TÊKILDARÎ 3 HEVALÊN ME DAXUYANIYEKÊ BIDE

Heta niha ti pêşveçûnek nîne. Em li bendê ne ku PDK der heqê van hevalan zelaliyekê çêbike. Hem ji bo me hem ji bo gelê me. Ev mirovên ji bo gelê xwe xwe feda kirine. Hevalê Serwer Serhat hevalekî ku heta niha di gelek qonaxan re derbas bûye, bi taybetî di sala 2017’an de li Garzanê, Tatwanê li nava berfê bi rojan şer kiriye. Nêzî 30 heval şehîd bûn, ew tenê filitî. Di vî warî de jiyana xwe weke romanane. Dikare li ser sînema çêbibe. Kesekî wisa kedkar e û ew du hevalên dî ji Goşînê dixwazin derbasî Metînayê bibin. Heta ji bo veşartîbûnê, ji bo kes nebîne bi şev dimeşin û di rê de nameşin, di qadê de dimeşin. Lê belê li herêma Xelîfanê li nêzî wan gundê Bexme, li eraziyekê bi roj dimîne, hinek kes wan dibîne qey û agahî dide.

Wisa hêzeke mezin ê weke taybet tê dor wan digire, diçe ser û wisa şer çêdibe. Encam çi bû em nizanin. Çi hewceyî vê hebû? Ew hevalna wisa bi şev, bi dizî li eraziyê sê kes in dixwazin ji cihekî herin cihekî karê kê xera dike? Ev ne weke li hev rast hatine, yan jî weke tiştê berê qewimî; yek biçe cihê yekî wisa bûyer qewimî ye, na. Hatiye dîtin ku sê kes xwe li cihekî veşartiye û zanin kî ne, çûne dor girtine. Yanî bi qestî çêbûye. Ji bo wê rewşeke cidî ye. Bi rastî pir cihê xemgîniyê ye. Divê wisa nebûya. Hem tevgera me daxuyanî da, hem min bi xwe bang kir, nav da. Hêviya min hebû ji rêveberî û serokatiya PDK’ê, me bang li wan kir. Di vê mijarê de bendewariyên me hebû. Ez bi xwe difikirîm ku em li dijî Tirkan şer dikin, dikarin alîkariyê bidin me. Bi eşkere nebe jî bi dizî dikarin alîkariyê bikin. Me hêvî dikir, ku alîkar nebin jî bila bêalî bin. Lê me dît dorpêçin, rêgirtin, îstîxbarat dayîna dijmin, ev bi rastî jî qet nikare fêhm bike. Niha şerek di navbera Kurdan de peyda bibe û ji her du aliyan bi sedan kes jiyana xwe ji dest bidin wê PDK çi qezenç bike.

Û ev şer wisa fireh bibe, dirêj biajo, dakeve deşt û bajaran, jiyana xelkî hemû bixe bin bandora xwe, wê çi qezenç çêbibe ji bo siyaseta Kurd? Ma ne wê dinya hemû temaşe bike, wê bibêje gotinên dewleta Tirk rast e; ev eşîr in, ne netewe ne, vaye bi hev ketine. Li ser çi? Li holê çi heye? Çi hebe jî dinya alem hemû bi diyalogê çareser dike. Pirsgirêka herî giran jî dixwazin bi diyalogê çareser bikin. Baş e em çima bi diyalogê nakin? Diyalog heye, diyalog sekinandin. Diyalog hebû. Diyalogê disekinînin û hêza leşkerî dixin meriyetê. Yanî kes bi zorê nikare tiştekî bi kesî bide qebûlkirin. Lazim e her kes bi vê zanibe. Yanî bi zorê rê qut bike, dorpêç bike, PKK tengav bike. PKK bi vê tengav nabe û tenezûl nake. PKK tevgereke îdeolojîk e, afirîneriyê di nava xwe de pêk tîne, rê û rêbazên xwe peyda dike. Bi van rê û rêbazan ev 40 sal in dewleta Tirkiyeyê şer dike, lê nikare bi PKK’ê. Dorpêçkirin, qutkirina rê ne kiryarên rast û di cih de ne. Em hêvî dikin ku dest ji vê berdin. Ev siyaset xizmetê ji gelê Kurd re nake. Ji xwe berçav e xizmeta dijmin dike. Em naxwazin dijminê me kêfxweş bibe. Me nedixwest wisa bibe, lê mixabin.

BI DIZÎNA HEYWANÊN BARHILGIR ÊN GERÎLA HÛN Ê ÇI BIKIN?

Niha binerin, ev hêza çû Metînayê bûye sedema wê yekê ku fikar hene her roj tiştekî mezin biqewime. Ji ber ku tu dibîne rê birine heta 300 metreyî nêzî hevalan. Mesela li wir heywanê hevalan hene, dest danîne ser. Hevalan xwestin bi dîmen bikin, belav bikin, me sekinand. Hinek tişt hene em naxwazin li ser PDK’ê jî bibe mal. Tiştên pir ji rêzê ne. Rayedarên wan çiqasî hay jê hene, em pê nizanin. Mesela radibin keran didizin, hespan didizin, dibin ji bo ji xwe re bifiroşin. Hinek heywanên gerîla hene ku pê kar dikin. Yanî tiştên wisa tehrîq zêde hene. Piştî ku ew hêz hate wir û pê ve eyaleta Metîna neçar ma taktîkên xwe yên li Zendûrayê biguherîne. Kê jê feyde dît? Dewleta Tirk feyde dît. Yanî ev berxwedana tunelan a Zendûrayê ya dîrokî, ku şahesereke berxwedana li wir. Mecbûr man li wir guhertinê çêbikin. Çima? Pişt hate girtin. Her roj gumanên ku rewşên cuda biqewimin çêbû. Ji ber wê tedbîren teqwiye nehate kirin, terz li wir hate guhertin. Yanî dijmin jê feydeyê dibîne. Kurd di vir de ti feydeyê nabîne, berjewendiya gelê Kurd di vir de nîne. Ev dem demeke pir krîtîk û hesas e. Bi rastî ev ê zerarê bide Kurdan. Hinek dibe ku wisa dihesibîne. Weke ku em muhtacî yekîtiyê ne, em tim dibêjin yekîtî. Ne em muhtac in, gelê me muhtac e. Pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye. Vaye berxwedan li Avaşîn, Zap û Metînayê dimeşe. Eger piştevaniya me bikin em ê wan ji wir biavêjin. Vaye niha zêdeyî sê meh û nîv wext derbas bûye hîn nikarin dagirkeriyê temam bike li Avaşînê. Nikarin bi pêş ve werin li Zapê. Eger alîkariya me bikirana nikarîbûn bi metreyekê jî bihatina. Em wisa hev bigirin em li hemberî dijminê xwe bibin îrade, ma ne wê her kes qezenç bike. Hêviya me ev bû, bendewariya me ev bû. Lê belê wisa pêk nehat. Kurd dikarin bi ser bikevin, Kurd dikarin bibin îrade. Berxwedana niha ya sê meh û nîvan vê ispat dike. Lazim e siyaseta me yek be. Qet nebe em zerarê nedin hev. Lê belê em çiqasî dibêjin xuya ye encamê nagire.

LI BAŞÛR PÊVAJOYEKE GELEKÎ HESAS Û KRÎTÎK HEYE

Niha car dî çend roj berê min dît, hunermendên Kurd semîner çêkirin diaxivin. Hunermend wijdana civakê ne. Divê tevbigerin. Rewşenbîrên rasteqîn wijdanê civakê ne, divê li hember van kiryaran bêdeng nemîne. Em li bendê ne gelê me bêdeng nemîne. Siyasetmedarên Kurd ên Başûrê Kurdistanê di serî de partî, siyasetmedar, saziyên sivîl. Em vekirîne mirov dikarin werin bibînin bê kî mafdar e, kî neheq e. Me li ku derê îradeya gelê Başûr an jî hikumetê binpê kiriye? Heqîqeteke me jî heye, diyalektîka Kurdistanê heye. Li vir hebûneke gerîla heye, kes nikare ji nedîtî ve bê. Çareya vê çi ye? Çareya vê, em dewleta Tirk bînin rê. Ew dixwazin bi şer me têk bibe, me tune bike biçe encamê. Em jî dixwazin bi şer li ber xwe bidin, wî bişikînin û biçin encamê. Berxwedana me ne tenê li Zap û Avaşîn e, berxwedana me ji vir heta Îmraliyê ye. Beriya her kesî Rêber Apo niha li ber xwe dide. Berxwedana îradeyê dimeşîne li hemberî êşkenceya psîkolojîk. Yanî em di bin barekî wisa de ne. Divê alîkariya me bê kirin. Alîkarî neyê kirin, qet nebe wisa dorpêç nebe. Ev jî bû, qet nebe bila êriş nebe. Rewş di vê xusûsê de ne baş e. Bi rastî jî me nedixwest bigihêje vê astê. Hîn jî bendewariya me hene. Lê xuya ye divê aliyê sêyem, yanî însiyatîfa gelê me, hunermendên me, siyasetmedarên me têkevin meriyetê. Yanî rewş wisa here wê ber bi xerabiyê ve biçe. Ji xwe niha pozîsyoneke wisa heye. Ji bo wê ez dubare banga tiştekî nakim. Ez dibêjim her tişt li ber çavan e, lazim e di vê demê de her kes li berpirsyariya xwe xwedî derkeve. Em ê xwedî li berpirsyariya xwe derkevin. Em car dî jî aniha dibêjin aman ha. Gelo mirov çiqasî dikare ewqasî hesasiyetê kontrol bike? Ev heqîqeteke. Ji bo wê em dibêjin rewş wisa ye, tiştê me berê gotî, yanî banga ku me kiriye derbasdare. Ez bi xwe naxwazim tiştekî nû bêjim. Tiştên di vê xusûsê de ez bêjim ev e. Ez hêvî dikim aqûbeta hevalên me di demeke nêz de zelal bibe, em niha li benda wê ne.”

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.