DOLAR
12,4902
EURO
14,1332
ALTIN
720,04
BIST
1.776
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sağanak Yağışlı
14°C
Diyarbakır
14°C
Sağanak Yağışlı
Pazartesi Parçalı Bulutlu
16°C
Salı Parçalı Bulutlu
17°C
Çarşamba Gök Gürültülü
13°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
12°C

​​​​​​​Îlham Ehmed: Bi vekişîna Amerîkayê re rê li ber destwerdana leşkerî ya Tirkiyê vebû

07.05.2021
0
A+
A-

Îlham Ehmed ku bi rêya online bibû mêvana Enstîtuya Newelles, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîrove kir diyar kir ku bi vekişîna Amerîkayê re rê li ber destwerdana leşkerî ya Tirkiyê vebû.

Têkildarî pirsa Al-Monitor a  têkildarî ” Her serokek ji partiyekî xwedî stratejîk û siyasetên taybet girêdayî Sûriyê ye” Îlham Ehmed got: “Bi giştî em texmîn dikin ku stratejiya destpêkê ya DYA’yê parastina ewlehiya xwe ya navxweyî di şerê li dijî terorê de mil bi mil bi kurdan û Hêzên Sûriya Demokratîk re be.”

Îlham Ehmed  a bi rêya online beşdarî civîna ku Enstîtuya Newelles ya Lêkolînan li dar xistibû, behsa rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Rêveberiya Xweser heta radeyeke mezin serbixwe ye, tevî hebûna diyarker a hikumeta Sûriyê li herêmê ku bi temamî îtîrafê bi rêveberiya wê nake. Niştecihên wê Kurd, Ereb û Xiristiyên ku bi zimanê Aramî diaxivin, her wiha Tirkmena û Êzidî û hwd.. ne.”

Îlham Ehmed diyar kir ku hêza leşkerî ya sereke li herêmê QSD’ê ye ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka li dijî DAIŞ’ê piştgiriya wê dike  û got, Yekîneyên Parastina Gel, pêşengtiya QSD’ê dike, her wiha şervanên Ereb û Xiristiyan beşek ji vê hêzê ne.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê îşaret bi biryara Trump a sala 2019’an a vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê û got: “Vekişandina hêzên Amerîkayê rê li ber destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk vekir. Di dawiyê de Trump hêzên amerîkî li wir hiştin. Lê vê biryarê hişt ku Tirkiyê êriş bike. Hêzên Amerîkayê yên niha li Sûriyê di bin rêveberiya serokê niha Jeo Biden de ne.”

Îlham Ehmed anî ziman ku ew hêvî dikin ku DYA’yê plan neke ku di pêşerjoê de careke din venekişe û got: “Em hêvîdar in ku şervanên Kurd ên sûrî heman biryara vekişandinê nebînin û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hevkarên xwe yên ku bi sala di şerê li dijî DAIŞ’ê bûn alîkar, biparêze.”

Îlham Ehmed di berdewama axaftinên xwe de behsa şerê dawî yê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê de li Qamişloyê û ev tişt diyar kir:”Meha derbasbûyî, di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Dîfaa El-Wetenî yên girêdayê hikumetê de şer derket. Piştî çend rojan ji şer bi navbeynkariya Rûsya agirbest hate ragihandin û piraniya hêzên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî ya ku şer lê qewimîbû derketin, lê hebûneke diyarker li nuqteyên hikumeta Sûriyê parastin.”

Îlham Ehmed metirsiyên xwe derbarê vegera çeteyên Dîfaa El-Wetenî de anî ziman û got: “Hêzên alîgirên hikumetê divê bi temamî ji Qamişloyê derkevin, ji ber ku her tim dibin sedema pirsgirêkan, şêniyan bêserûber direvînin, fideyeyê dixwazin û sivîlan digirin.”

Îlham Ehmed diyar kir ku xebatên  Rêveberiya Xweser ên dan û standinên bi hikumeta Şamê re di vê derbarê de bi bin ketin û wiha domand:”Gelek caran me xwest ku dan û standinan bi rejîmê re bikin, lê qebûl nakin ku pirsgirêk bi diyalogan werin çareserkirin.”

Têkildarî girtiyên DAIŞ’î yên biyanî yên li herêmê, Îlham Ehmed bangên Rêveberiya Xweser û Neteweyên Yekbûyî yên ji bo wergerkirina hemwelatiyên xwe yên li kamp û girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûbare kirin.

Seroka Komîteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed li ser hilbijartinên serokatiyê yên hikumeta Şamê jî wiha got: “Bê guman serokê Sûriyê Beşar El-Esed ew ê di hilbijartinên bê yên li welat de bi ser bikeve, em bawer nakin ku tiştek were guhertin, serokê wê yê berê be.”

Çavkanî: Al-Monitor

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.