DOLAR
19,1558
EURO
20,8297
ALTIN
1.212,05
BIST
4.919,20
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
8°C
Diyarbakır
8°C
Az Bulutlu
Cuma Parçalı Bulutlu
14°C
Cumartesi Az Bulutlu
15°C
Pazar Az Bulutlu
18°C
Pazartesi Az Bulutlu
21°C

​​​​​​​HPG: Di çalakiyên gerîlayan de 9 dagirker hatin kuştin

13.09.2021
0
A+
A-

HPG ragihand ku gerîlayên azadiyê li herêmên Avaşîn û Metînayê li dijî dagirkeran çalakî pêk anîn, di çalakiyan de herî kêm 9 dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li Avaşînê 4 dagirker, li Metînayê jî herî kêm 5 dagirker di çalakiyên gerîla de hatine cezakirin.

Daxuyaniya HPG wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

11’ê Îlonê saet di 08:30’î de li dijî çepereke dijmin ku 6 dagirker tê de bûn û bi gazên kîmyewî û teqemeniyan êriş dibir ser qada berxwedanê ya Werxelê, hêzên me yên Yja Starê çalakî li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û çeper tevî madeyên kîmyewî yên tê de bi temamî hate îmhakirin. Hêzên me yên YJA Starê ji bo silavkirina berxwedêrên Girê Sor û Werxelê ev çalakî pêk anîn. Piştî vê çalakiya serketî, artêşa Tirk a dagirker saet di 09:00 de kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê bir.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

Herî kêm 9 dagirker hatin kuştin

Dagirkerên ku li derdora Girê Koordîneyê li ber makîneyên kar ên rêyên dagirkeriyê çêdikirin, ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. 12’ê Îlonê saet di 03:30’î de ji du baskan ve li dijî dagirkeran çalakiya gerîla hate lidarxistin. Di vê çalakiya koordîneyî de baskê destpêkê ji nêz ve li dagirkeran xist û 3 dagirker ceza kir. Baskê duyemîn jî li dagirkerên xwestin dest li qada çalakiyê werbidin xist û herî kêm 2 dagirker ceza kir. Bi giştî herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî vê çalakiya koordîneyî ya gerîla, kuştiyên xwe bi helîkopteran ji qadê bir.

Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

10’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi şev bi çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand û xwest bi pêş ve biçe. Ji cihekî nêz ve şerekî giran qewimî û dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.

12’ê Îlonê saet di 05:40’î de artêşa Tirk a dagirker ji bo bombekirina qada berxwedanê ya Werxelê teqemenî bi cih kir. Teqemenî ji aliyê hêzên me ve hate bêbandorkirin.

10’ê Îlonê saet di 12:30’î de liq ada Deşta Kafya ya herêma Garê balafirên şer qada Boxaza Şehîd Amed bombe kirin.

11’ê Îlonê saet di navbera 13:25-14:10 de li herêma Avaşînê qada Stûnê bi balafirên şer hate bombekirin. Şeva heman rojê li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Spî, Girê Sor û Girê Silêman helîkopter geriyan, Girê Şehîd Întîkam, Geliyê Basya, Dola Bizina û Girê Qartal bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

11’ê Îlonê saet di 17:40’î de gundê Şiyê yê nehiya Dînarte ya navçeya Akrê bi balafirên şer hate bombekirin.

12’ê Îlonê saet di navbera 07:30-08:00 de li herêma Zapê qada Kurojahro û qada Werxelê ya Avaşînê bi balafirên şer hatin bombekirin.”

ANF

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.