Komîteya Ciwan û Werzîşê û Kluba Pêşbaziya Hespan a Reqayê pêşbaziya hespên erebî orgenîze kir. Ew pêşbazî ji destpêka aloziya Sûriyê ve ji ber şer, rawestîbû.
Bajarê pêşbaziya hespan ê Reqayê pişt deh salan ji rawestînê, siwaran pêşwaz dike
Komîteya Ciwan û Werzîşê û Kluba Pêşbaziya Hespan a Reqayê pêşbaziya hespên erebî orgenîze kir. Ew pêşbazî ji destpêka aloziya Sûriyê ve ji ber şer, rawestîbû.
Komîteya Ciwan û Werzîşê cihê pêşbaziya hespan sererast kir, bi wê re ji bo pêşwazîkirina siwarên ku tev li turnovaya pêşbaziya hespan a Reqayê bibin amade bû. Her wiha îro bi beşdariya girse ya xwedikarên hespên resen ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşbazî li dar ket.
Gelek saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî û şênî ji herêmên cuda yên ji Reqa û Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî pêşbaziyê bûn.
Pêşbazî li ser gelek geran dest pê kir, ji 400 metreyan, 600, hezar, hezar û 600 metreyan dest pê kir û siwarê bi navê Mihemed Elî di pêşbaziya hezar metreyî de bi ser ket, paşê xelat ji bo her sê pileyên bi ser ketin ên her gerekê hatin dayîn.
Faris El-Horan ji kesî beşdarî bûye, got turnovaya ku li Reqayê piştî deh salan li dar dikeve, isbata ewlehiya li Reqayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û ew hêvî dikin ku ev însiyatîf her tim li Reqayê dubare bibe.
Dema cihê pêşbaziya hespan di bin kontrola komên çeteyan de bû hate wêrankirin, lê piştî rizgar bû Komîteya Ciwan û Werzîşê dest bi sererastkirina wê kir û amadekariya vê pêşbaziyê û yên din kir.