Akademisyen û analîzvanên Ereb got, divê dewletên Ereb bi lez li hember mêtingeriya Tirk eniyeke berxwedanê ya erebî ya gel ava bikin û peymana “Parastina Ereb a Hevbeş” were aktîvkirin.
Di çarçoveya hewldanên bênavber ên rawestandina destwerdanên dewleta Tirk li Rojhilata Navîn de, Meclisa Komkara Dewletên Ereb a li ser asta wezaretan di civîna xwe ya asayî de hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li ser xaka gelek dewletên Ereb şermezar kir. Meclisê bang li dewleta Tirk ku tevahî hêzên xwe ji welatên Ereb vekişîne û piştevaniya rêxistin û milîsên tundraw li dewletên Ereb rawestîne.
Dewleta Tirk bi rêya daxuyaniya wezareta karên derve bersiva wê yekê da û wiha got: “Di civîna meclisa wezîrên derve ya Komkara Dewletên Ereb a 9’ê Îlona 2021’an de îdiayên ku li dijî welatê me yên ji rastiyê dûr in gotin û em van îdiayan red dikin.”
Têkildarî vê yekê, gerînendeyê Foruma Rojhilata Navîn a Lêkolînan Mihemd Hamid ji ajansa me re wiha got: “Komkara Ereb tevahî destwerdanên neerebî li karûbarên ereban şermezar kir û piştrast kir ku ew destwerdan ji bo xêrûberên ereban e.” Her wiha Hamid destnîşan kir ku destwerdanên Îran, Îsraîl û Tirkyê li dewletên ereban hene.
VEKIŞANDINA ÇETEYAN JI LÎBYAYÊ
Hamid anî ziman ku destwerdana dewleta Tirk li Sûriyê, Iraq, Somal û Lîbyayê bi çi rê û rêbazan be redkirî ye û wiha pê de çû: “Hîna ji Misir mîna van destwerdanan şermezar dike û ji bo vekişandina hêzên Tirkiyê û çeteyên sûrî ji Lîbyayê dan û standinan pêk tîne. Ev jî ne tenê daxwazeke erebî ye, di heman demê daxwazeke navndewletî û YE’yê ye, di serî de jî Fransa.”
REDKIRINA SÛCÊN LI SÛRIYÊ Û IRAQÊ
Gerînendeyê Foruma Rojhilata Navîn a Lêkolînan destnîşan kir ku Misir destwerdanên dewleta Tirk li Sûriyê red dike û êrişên bi navên Diri El-Firat, Kaniya Firatê şermezar kirin.
Hamid bi domdarî got: “Hişyariya serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî ku Misirê dikare destwerdanê li Lîbyayê bike, yek ji rêbazên fişara tund a li dijî destwerdana dewleta Tirk li Afrîkayê û rawestandina wê bû.”
DEWLETA TIRK HEWL DIDE HERÊMÊ KONTROL BIKE
Siyasetmedar û hiqûqnasê tunisî Hazim El-Qisorî ji ajansa me re wiha got: “Tiştê ku îro xuya dibe, dewleta Tirk di dirêjahiya 10 salên borî de serweriya xwe ya leşkerî li herêma ereban ferz kir, ev yek di raporên taybet de eşkere dibin. Dewleta Tirk xebata li ser kûrahiya stratejî ya dîrokî û erdnîgarî bêyî dîplomasiyekê bi cîranên xwe re kir. Davûdoglu jî mîrasa dîrokî û erdnîgarî di siyaseta derve de pêşkêşî dewleta Tirk kir. Li gel wê jî Erdogan bi hemû hêza xwe hewl da rola dewleta Tirk a paşguhkirî di Şerê Sar de derxe û bike dewleteke navendî û xwedî bandoreke navneteweyî. Ev yek bi rêya hevalbendiya bi DYA’yê, Îsraîl û Qeterê re kir, lê bû dijminê tevahî herêma ereb; Iraq, Sûriyê, Lîbya û dewletên dîtir.”
El-Qisorî diyar kir dewleta Tirk destwerdana leşkerî li herêmê kir, derbasî Sûriyê bû û Gûrên Boz beşdarî şer kir, her wiha çete û çekdarên biyanî şandin Lîbyayê û wiha axaftina xwe domand: “Ev tevahî hişt ku dewletên Ereb tev bigerin û dengê xwe bilind bikin û banga vekişîna hêzên Tirkiyê û milîsên tundraw ji xaka ereban bikin. Ev yek girîng e û ji cewherê parastina ewlehiya neteweyê ya hevbeş a dewletên Ereb e, her wiha dibe ku ev yek bi pêş bikeve û planeke parastina hevbeş were nexşekirin da ku bi rêbazên dîplomasî bersiva êrişên dewleta Tirk ên li dijî xaka ereban were dayîn, heke hat xwestin dibe ku bersiv leşkerî be jî.”
‘DIYALOGA BI TIRKIYÊ RE GIRÊDAYÎ VEKIŞANDINA ÇETEYÊN WÊ YE’
Siyasetmedar û hiqûqnasê tunisî Hazim El-Qisorî destnîşan kir ku daxuyaniya Komkara Ereb ya derbarê destwerdanên Tirkiyê de helwesteke erebî ya yekgirtî ye, her wiha helwesteke dîrokî ye û daxuyaniyên dualî yên di navbera dewleta Tirk, Îmarat, Misir û Erebistana Siûdî de derew dernaxe. El-Qisorî got: “Dewleta Tirk sînorê xwe xêz dike û têkildarî ewlehiya neteweyî ya erebî de di xeta sor de disekine. Ev tê wateya ku diyalog girêdayî vekişandna hemû hêzên li xaka ereban e çi li Sûriyê ben an jî Lîbyayê be. D heman demê de girêdayî rawestandina destekdayîna çeteyan û çekdarên biyanî ye. Helwesta ereban heman helwesta navneteweyî ya derbarê Lîbya û serkeftina hilbijartinên li wir de ye.”
El-Qisorî ev tişt got: “Çareserkirina pirsgirêkên ereban di redkirina destwerdana dewleta Tirk, piştevniya îxwan û komên terorîst de pêkan e. Ev yek jî bi rêya hevkariya zêde ya li ser asta dewlet, Komkara Ereb û kanalên herêmên pêk tê. Ji wan jî lûtkeyên Iraqê û Cezaîrê ne ku tê de behsa gefên li dijî herêmê hatin kirin ku divê dewletên Ereb hevkariya xwe ya der barê belavkirina çekan a bêserûber, milîsên çekdar, çete û çekdarên biyanî de berdewam bike.”
‘LI DIJÎ MÊTINGERIYA TIRKIYÊ XEBATA EREBÎ YA HEVBEŞ PÊWÎST E’
El-Qisorî wiha li axaftina xwe zêde kir: “Xebata erebî ya hevbeş rêbaza yekane ya têkbirina astengî û pirsgirêkan e, her wiha hêza parastinê çi dîplomasî yan jî leşkerî dibe di çarçoveya siyaseta parastina erebî ya hevbeş de xurt û geş dibe.”
El-Qisorî da xuyakirin ku helwesta erebî di vê merheleya hestiyar de girîng e û li gorî wê dibe ku planeke erebî ya nû ya sêalî; dîplomasî, aborî û leşkerî li hember mêtingeriya dewleta Tirk ji xaka ereb re mîna YE’ê were nexşekirin, bi wê re dewletên Ereb dikarin siyaseteke taybet a parastina ewlehiya neteweyî ya aborî û aştiya xaka xwe pêk bînin.
Hazim El-Qisorî îşaret pê kir ku berdewama dagirkirina xaka Ereban ji hêla dewleta Tirk ve dê guhartinekê ji dewletên Ereb re çêke, ji ber ku ew dagirkirin gefeke yekser û got, divê dewletên Ereb bi lez li hember mêtingeriyê eniyeke berxwedanê ya erebî ya gel ava bikin, ji ber vîna gelên Ereb têk naçe.”
‘DIVÊ PEYMANA PARASTINA EREBÎ YA HEVBEŞ WERE AKTÎVKIRIN’
Lêkolîner û akademisyenê lîbyayî Dr.Cibrîl El-Ubêdî ji ajansa me re wiha got: “Bersiva dewleta Tirk a înkarkirinê texmînkirî ye, ji ber ku bi qasî bêhnê yan jî nefesê dikişîne derewan dike. Hebûna dewleta Tirk li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê dagirkirineke eşkere ye. Daxuyaniyên şermezarkirinê yên ji aliyê Komkara Ereb ve têne dayîn têrê nakin, divê Komkara Ereb peymana paratina erebî ya hevbeş aktîf bike, ji ber ku welatên Ereb ên endamên Komkara Ereb hatine dagirkirin, ne tenê êriş hene.”
El-Ubêdî wiha dawî li gotina xwe anî: “Destwerdana dewleta Tirk ji engaştên Osmanî tê, ew jî bi hewldana vegerandina xewnên mezinên wê ye ku tu hebûna wê ji bilî di bîrewariya Osmanî de tune ye. Her wiha destwerdana dewleta Tirk a bi rêya Hespê Troyayê(Koma îxwan) li gelek dever û welatan eşkere ye, ji wan jî Misir. Dewleta Tirk serokên rêxistinên îxwanan ên revîne dihewîne û ji xaka xwe ve xebata tevliheviya ewlehiya neteweyî ya erebî dike.”
(fr)