Li gorî Ajansa Nûçeyan Tasnim a nêzî hikumeta Îranê, li dijî keştiyek Îranê di Deryaya Sor de êriş hat.

Ajansê ku agahiyên xwe dispêre ҫavkaniyekê diyar kir ku keştiya “Îran Saviz” di Deryaya Sor de bi mayînên deryayî hate hedefkirin.

Li gorî ajansê keştî ji gelek salan ve li herêmê çalak e, da ku piştgiriyê bide hêzên “Komandoz” yên Îranê di erka wê de.

Rayedarên Amerîkayê ji Reutresê re diyar kirin ku hêzên Amerîkayê li dijî keştiya Îranê ya li Deryaya Sor tu êriş pêk nayîne.

(dm)

ANHA

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir