Mahfuz YILDIZ

Dema ez dibêm, ‘zimanê me zimanek gelek kûr ê cîhanê ye’, mirov karin bêjin, “dîsa we dest bi pezindana ziman kir”. Rast e, pezindan heye ku tu bingehek jê re tune, em Dîyarbekirî ji wî karî re dibên ‘pirêze neke birê min'(pirêze atma bire min) û pezindanek din heye ku rastîyê tîneziman, ya ku ez jibo Kurdî dibêm ya duyem e û ez ligorî îlmê xwe, zanîna xwe dipeyivim û ev zanîna min jî he ne bidilê min e, ne kamil û têgihîştî ye lewra ev mijar behreke kûr û bêbinî ye, Bi kurtî, ez li ber vê zanîne hêj şagirtek ecemî, nûgihîştî me.

Wekî gelek tiştan jibo ku em karibin ji zimanekî re bêjin ‘çi zimanek bi bingehîne’ dibe em karibin wî û zimanê cîhanê bidin berhev. Jibo em karibin vî karî jî bikin, pêwîste em zimanên din jî zanibin; ya na ka emê çi bidin ber çi? Ez qala zimanê dagirkeran nakim, jixwe wek hûn jî zanin, ziman tev jiber tirkî zêde bûne(!) û zimanê Ereban jî zimanê Xwedê ye, tu pê nizanibî, tu dîrekt diçî cehnimê(!) û Faris jî ji rastî û mezinîya Kurdî dibizdin, ditirsin ku rojek hinek rabin û bêjin ‘Kurdî ji Farisî kevntir û kûrtir e’, ez qala zimanê sereke yê cîhanê dikim, Ingilîzî, Almanî, Fransizî, Rûsî û her wekî din, bi gelemperî qala zimanên Hînd-Ewropî dikim.

Gava ez zarok û xort givrik bûm min Ingilîzî naskir lê a rastî, min qet gohê xwe nedayê. Dûre di salên zanîngehê de ez pêhesîya ku bêyî Ingilîzî, wek xwendevanekî beşa rojnamegerî, nikarim pêwendî bi cîhanêre deynim. Paşê jî min zimanê Rûsan û Flemenî nas kir. Belê, her ku ez li ser van zimanan bi pêşve diçûm min dirûvdana wan û Kurdî bi dilgeşî û keyfxweşî û ecêbmayî didît. Ez ecêbmayî dibûm jiber ku min perwerdeyek bi zimanê xwe Kurdî nedîtibû, ya din jî dagirkerê Kurdistan, zimanê me wek zimanekî gundîtîyê, neşareza nîşan didan. Her çiqas ez ji derdorek xwenas û welatparêz hatibûm jî, bandora perwerdeya bi tirkî, zimanê fermi û serdest, zimanê çapemenîyê û zindanên mêjîyî, zindanên psikolojik yên dewleta dewşirmeyan, bandorek neyênî liser têgeha min a Kurdînasîyê kiribûn. Çiqas ku min van zimanan nasî, çiqas ku min Kurdî nasî, min zincîrên zengarî yên dagirkeran malik bi malik birî, qetand û şikand û mêjîyê xwe azad kir. Dema mêjî azad dibe, bixwebawerîyek bêqisûr a nequre di rihê mirov de peyda dibe.

Wek min li jor jî qalkir, di zimanê me û Inglîzî de gelek peyvên wekhev, muşterek hene û ev peyvên wekhev jî peyvên kevnarê bingeha jiyana Neolîtik, ji jiyana despêka çandinîyê tê. Ez dixwazim li vir çend minakên sereke bidim.
Main:Mayîn
Star:Stêr
Dark:Tarî, Tarîk
Name, naam: nav
Earth: Ard
Globe: Gilover
Down: Dawîn
Load: Lod(giha, çilo tê lod kirin)
Cut: Qet( qetandin)
Aprel :Avrêl
Mother :Mader –
Brother :Bra
Brow:Brûw
Doughter:Dot
Egg: Hêg
No: Na,No
God : Xûd/Xwodê
Door: Derî
Right: Rast
New : Nû, Nêwe
Horse: Hesp
Lip: Lêv
Leg: Ling
Cry: Grî
Shame: Şerm
There: Der
Fly: Frîn
Road: Rê
Two: Do, Du
Honey: Hingiv
Sound : Sewt
Now : Niho,Niha
River: Rubar
Derm : Cerm
Hope: Hêvî
Marry: Mahr…
Niha ev peyw jibo mînak bes in, îca bi sedan, hezaran peyvên ku yek a din tîne(connotation) bîra mirov hene.
Ev mînaka Inglîzî ku min da, kesên ku bi Rûsî baş zanin ji bo Rûsî-Kurdî jî didin. Di sohbetek min û Dr. Ekrem Onen de, Doktor got ku bi sedan û hezaran peyvên wekhev hene.
Bi destûra we ezê çend mînakan ji Flemenî bidim.
Flemenî ku zimanê Belçîka û Hollanda(Nederland) ye û bi taybetî jî Frîsî(Friesland) koka zimanê Ingilîzan anîyepê; Inglizî û van zimanan, ji yek rehê tên.
Ger hûn li ser Youtube li videoyên dîroka zimanê Ingilîzî binhêrin, yên ji alî BBCyê ve hatine amade kirin, hûnê bi vê yekê baştirîn têbighîjin.
Lê belê ka ev zimanê Flemenî ji ku tê? Ev jî ji lûgata Germanîk yanê pismam u dotmama Almanî ye!
Piştî vê agahîyê ez derbasî mînakên xwe bibim.
Daar: Der
Deur: Derî
Naam: Nav
Ster: Stêrk
Zaad: Zed
Gras: Garis
Hius:Hewş
Mijn: Min
Beter: Bêtir
Naast: Nêz…
Û ev liste her diçe dirêj dibe û her wek Ingilîzî bi sedan, hezaran peyvên ku yek a din tîne bîrê hene
Ica li alî din kesên ku bi Yewnanî zanin pêwendîya zimanê me û Yewnanî û Medenîyet û çanda wî welatî re destnîşan dikin. Yên bi Ispanyolî zanin dîsa wisa, mesela tewanga zimanê me û ya Ispanyolî gelek nêzî(naast) hev e!

Min çiqas cîhanê nas kir, dunyayê dît, bi kultur û ziman û civakan re bûm hemhal, min xwe û koka xwe, ziman û kultura xwe bêtir(beter) nas kir
Belê rastîya min, bitênê ne rastîya min e lê rastîya bi milyonan Kurd de jî. Kurdek dema bi zimanê xwe baş zanibe, wê bi xwe jî, bi dîroka xwe, eslûfeslên xwe jî zanibe û wê ew bixwenebawerîya ku dagirkêran di rih û mêjîyê me de ava kirîye, vergerîne bixwebawerîyek hêja, akilane û serwext.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir